3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Silêmaniyê pêşengeha pirtûkan dest pê kir

Li Hola Pêşengehên Navneteweyî ya li Tasluxe ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê 5. Pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmaiyê dest pê kir ku zêdetirî milyonek berhemên cuda tê de hene û dê 10 rojan berdewam bike.

Li Hola Pêşengehên Navneteweyî ya li Tasluxe ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê 5’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Silêmaiyê destpê kir ku zêdetirî milyonek berhemên cuda tê de hene û wê 10 rojan berdewam bike.

Der barê mijarê de Cîgirê Rêveberiya Pêşengehê Şewqî Umer ji ajansa Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Festîval îro bi beşdarbûna 200 navend û weşanxaneyên ji 20 welatan destpê kir û zêdetirî milyonek berhem derbaz kiriye. Di pêşengehê de pirtûkên di warên cuda cuda yên weke çandî, olî, hunerî, siyasî, aborî û warên cuda de hatine pêşandan. Tê pêşbînîkirin ku îsal li gorî salên borî rêjeya serdanan gelek zêdetir be. Ji ber ku pêvajoya perwerdeyê destpênekiriye û welatî zêdetir derdikevin.”

Yek ji beşdarvanên Pêşengehê Gona Enwer jî der barê heman mijarê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha pê de çû: “Vekirina pêşengehên wiha pêwîstiyeke ku di roja me ya îro de gelek giringe. Medya civakî şûna gelek tiştan girtiye, lewma divê pirtûk zêdetir bên çapkirin.”

Gona Enwer her wiha diyar kir ku baş e ku roja ewil ev qas mêvan hene, ev jî nîşan dide ku hîna xwendevanên me yên baş hene û wiha got: “Ez hêvî dikim ku her kes di vî warî de pêş bikeve.”