Îro danê sibehê polîsan li Rihayê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Rihayê Enes Rakim û Muhammed Ozkan hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku bi ser malên endamê Meclisa Partiyê (PM) ê HEDEP’ê Muhammed Ayten û rêveberiya HEDEP’a Rihayê Fîlînta Aras de jî hatiye girtin lê ji ber ku ne li malê bûn, nehatin binçavkirin.
Sedema binçavkirinan nehat zanîn û dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.