17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HAT’ê serçeteyekî DAIŞ’ê kuşt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku di operasyona wan a li Şedadê serçeteyekî DAIŞ’ê hatiye kuştin, 2 çete jî hatine girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û têkildarî operasyona xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê agahî parve kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku operasyon duh li gundewarên navçeya Şedadê ya Hesekê bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hêzên Antîterorê (HAT) operasyon li dar xistiye û serçeteyekî DAIŞ’ê yê ji Iraqê piştî ku gule li hêzên ewlekariyê reşandine, hatiye kuştin û 2 çete jî hatine girtin.

Di operasyonê de ev çek û cebilxane jî hetina desteserkrin: Çekeke kalaşnîkov û 8 cercûrên wê, kembereke teqemeniyê, narincokek û 2 rext.