7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan banga ji bo tevlêbûna meşên 25’ê Mijdarê kirin

Jinan diyar kirin ew ê li dijî şer, tundî, xizanî û kedxwariyê her tim jiyan û mafên xwe biparêzin û ji bo meşên 25’ê Mijdarê banga tevlibûnê li her hemû jinan kirin.

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Jinên di rêxistinên civaka sivîl de cih digirin bal kişandin ser tundiya mêr-dewletê û ji bo tevlibûna meşan bang kirin.

Riha

Platforma Jinan a Rihayê û Meclisa Jinan a KESK’a Amedê li navçeya Pirsûs a Rihayê çûn serdana Emîne Şenyaşar. Jinan, çîçek diyarî Şenyaşar kirin ku bi têkoşîna xwe bûbû sembol. Emîne Şenyaşar jî ji bo serdanê spasiya jinan kir.

Ji Meclisa Jinan a KESK’a Amedê Emel Sari di serdanê de axivî û bal kişand ser têkoşîna Şenyaşar. Sari, got ku têkoşîna Şenyaşar girîng e û ew vê têkoşînê silav dikin. Endama Platforma Jinan a Rihayê û parêzera malbata Şenyaşar Sevda Çelîk jî destnîşan kir ku dê piştgiriya wan a bi têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar re bidome.

Piştî axaftinan, jin têkildarî rewşa tenduristiyê û têkoşîna edaletê bi Şenyaşarê re sihbet kirin.

Edene

Navenda Mafên Jinan a Baroya Edeneyê li Eywana Parêzeran a Baroya Edeneyê civînek li dar xistin. Cîgira Serokê Navenda Mafên Jinan a Baroya Edeneyê Açelya Guneş Can di civînê de axivî û bang li saziyên têkildar kir ku ji bo pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan peywira xwe bi cih bînin. Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Edeneyê Denîz Eylem Coşkun jî got ku ew li dijî hemû hewldanên ji bo tunekirina mafên wan in. Coşkun, diyar kir ku heta her cureyên tundî û cihêkariyê yên li dijî jinan bi dawî dibin dê têkoşîna xwe bidomînin.

Antalya

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Antalyayê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla Sekretera Jinan a Şaxa SES’a Antalyayê Nûrcan Eglentî ve hat xwendin. Eglentî bang li hemû jinan kir ku tev li têkoşînê bibin. Eglentî, têkildarî 25’ê Mijdarê de jî wiha got: “Em ê bi têkoşîna xwe ya birêxistinkirî dawî li cihêkarî, kedxwarî û tundiyê bînin. Em dizanin ku 25’ê Mijdarê salvegera sekna jinan a li dijî patriyarka, faşîzm û kedxwariyê ye. Li dijî şer, tundî, xizanî û kedxwariyê em ê her tim aştî, jiyan û mafên xwe biparêzin. Em ê di 25’ê Mijdarê saet di 14.00’an de li Parka Aydin Kanza kom bibin û ber bi Qada Cumhuriyetê ve bimeşin. Banga me ji bo hemû jinan ew e ku tev li meşê bibin.”