8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Azmûna derdorê ya bi navendê re didome-I

Nizamettîn Ozturk

Di nava dîroka mirovahiyê de sazbûna dewletan wiha asayî nebûn. Gelek dewlet û împaratorî di nav gola xwînê de hîm avêtiye û li ser vê hîmê bilind bûne. Hinek dewlet jî li gorî daxwaza gelan bi mûzakerekirinê damezirîne. Tê zanîn ku her dewlet bi pergalekê xwe bi rê ve dibe. Lê kîjan feraset û hêz vê pergalê bi destê xwe xistibe ew dibe desthilat.

Desthilatî ji bo emrê xwe dirêj bike; pergala heyî li gorî hişmendî ya xwe (qet nebe) kêm be jî sazûman dike. Ji ber vê yekê hemwelatiyan bi her awayî dişopîne û kontrol dike.

Bêguman, tevilê welatî nakevin vê rêzê. Welatî dixwazin li gorî raman, çand, zimanê dayika xwe û bi bawerî ya xwe azad bijîn. Lê desthilatî li hemberî wan kom û civakan qet erênî nêz nabe. Ser wan helwestan di nav civakê de nexweşî û nerazîbûn derdikeve. Wa ye, piranî rêxistin ji ber wan sedeman tên avakirin.

Desthilatî kîjan feraset û hêz dibe bila bibe; xwe xwedî ‘navendê’ dihesibîne. Ji hêla din ji kesan heya civakên berfireh, ji ber ku muxalefet in li ‘derdorê’ dimînin û wisa jî tên pênasekirin. Ev cudatî, di navbera navend û derdora dijayetiyê qet kêm nake. Dijminatiyê gav bi gav zêde dike, piştre bi destê hêzên çekdarî tên derbkirin. Ev jî ji bo xurtkirina ‘desthilatiyê’ û parastina ‘pergalê’ ye.

***

Di demên dawiya Împaratoriya Osmanî de Siltanê 2’yemin Abdulhamîd bênavber 33 sal hikum kir. Li gorî çavkaniyan; 33 sal di nava tengasiyê de derbas bûn. Siltan ji bo desthilatiya xwe dikeve nava hewldanan. Armanc  ew e ku xwe ji vê tengasiyê xelas bike. Çare çi bû? Serê xwe bi vê pirsê diêşand. Çareya herî maqul “ola îslamiyetê “ li hemû dinyayê pêş bixe û serwer bike. Armanca wî ya sereke ev bû. Siltan, ola îslamê bi tenê ji bo baweriyê bi kar neanî! Ji xwe re kir ‘navnas’ û  li ser navê xwe (Xelîfe) xutbe dida xwendin. Ya herî balkêş ew bû ku ol kiribû tevgera raman û birdoziyê.  Di wan deman de 1893’yan de rêxistina bi navê “Cemiyeta Îttihat û Terakî” bi dizîka saz bû. Ev jî hemberî ‘îstîbdata’ Siltan Abdulhemîd hatibû rêxistinkirin. Bi vê rêxistinê re hîma ‘navendî’ hat avêtin! Bêşik armanca wan jî hebû: Ya sereke Siltan ji ser textê peyakirin û berdevam kirina kargeriya meşrutiyetê bû. Ev rêxistin di nav demekî kurt de mezin bû li her derê welat belav bû. Dîsa li gorî çavkaniyan, di nav endamên cemoiyetê de, Mistafa Kemal û hevalên wî yên nêz jî cih girtine. Ji hêla Siltanê 2’yemîn Abdulhemîd li ser cemiyetê lêpirsin hat destpêkirin. Di nav vê rewşa tevlîhevî de, dijî “Cemiyeta Îttihat û Terakî” raperîna 31’é Adarê da destpêkirin. Lê erzan xilas bûn. Lewre ji herêma Rumeliyê, bi navê ‘Artêşa Rumerlî’ xwe ji ber raperînê xilas dike.

Di vê navberê de Enver Paşa, Talat Paşa û Cemal Paşa di bin bandora Almanan dimînin û dewleta Osmanî tevî Şerê Cîhanê yê 1’emîn dikin. Ancax di dawiya vî şerî de, dewleta Osmanî têk diçe û  dewleta Osmanî ji hêla wan paşayan ve ji holê radibe.

Îcar, di 1919’ê, 15’ê Sibatê, ji ber hinceta dagirkirina Stenbolê, li wir komeleyek koka xwe ji ola islamê digire bi navé ‘Cemiyeta Tealî-î Islamî’ tê birêxistinkirin. Ev cemiyet ewilî ji bo karên ‘pîşetî’ û wekî din xwe pênase dike, lê lingê kazê ne wiha ye. Bi destên çend kesên ‘oldar’ ên navdar di bin de vedigerînin komaleyek ji bo raman, siyasî û civakî. Jixwe ev komele alîgirê xilafet û saltanatiyê bûye. Ya din jî li hemberêî “Kuvay-î Milliye” ye siyaset dimeşînin. Li ser vê yekê komele di 1922’an de tê qedexekirin.

***

Piştî van bûyeran komara tirk ava bû. Ev jî xwedî pergalekê ye ku koka xwe ji Îttihat û Terakiyê girtibû. Ji bo vê yekê di navendê cihê xwe girt. Kazim Karabekir û hevalên wî yên nêz li ser dika siyasetê xuya dikin. 1924’an de bi hev re partiyek bi navê ‘Firqeya Komarê ya Terakî Perwer’ saz dikin. Li gorî çavkaniyan çirok û aqûbeta vê partiyê kurtayî: ev partî di nav komarê de muxalefeta yekemîn e. Ev jî dixwazin xwe bigihejînin navendê û li wir cih bigirin. Beriya sazbûna vê, di nav damezrîner R.  Orbay komarê rexne dike, dû sazbûnê demek şûnde, kesên muxalifên komar û pergalê tên derdora vê partiyê dicivin û li ser hestên ‘oldarî’ propagandayê dikin, ev tiştên tên qewimandin ‘dibe pêşketina olê’. Ev bûyer dicivin ser hev û 1925 meha sibatê serhildana Şêx Seîd destpê dike. Desthilatî rexneyên tuj li wan dikin. Partiya ku Kazim Karabekir, li gorî zagona “Takrîrî Sukun” bi hinceta dozên li ser rêvebirinê hatî vekirin û çalakiyên paşverûtî (îrtîcayê) 1925’an 3’yê hezîranê bi biryara lijneya wezaretê hate qedexekirin.