19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bajarê Dîrokî Dara ji îmarê re hat vekirin

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê,plana îmarê ya ku dê rê li ber betonkirina Bajarê Dîrokî Darayê veke, pesend kir. Bi vê biryarê re dê li derdora bajarê dîrokî otêl û avahî bên çêkirin.

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, îmze danî bin biryareke ku dê rê li ber betonkirina Bajarê Dîrokî Darayê veke. Li gorî agahiyên bi dest ketine, bi serokatiya qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Meclisa Şaredariyê ku burokratên qeyûm tev li wê bûne, di 22’yê tîrmeha 2022’yan de kom bûye û guherandina îmara qada ku Bajarê Dîrokî ya Darayê lê ye, nîqaş kiriye. Guherandina îmarê ya qada navbirî ku ji 74 hezar û 682 metrekareyan pêk tê û yê kesê bi navê S.A. ye, bi yek dengî hatiye pejirandin. Her wiha Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Avhewayê jî ev biryar qebûl kiriye.

Ev biryar, bûye cihê fikara ku dê tevahiya herêmê bikeve ber îmarê.