10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MÎT bi ASA û HTŞ’ê re civiya

Derkert holê ku Rêxistina Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) li Dîlokê bi ASA û li Atmê jî bi HTŞ'ê re civînan kiriye û radestkirina Efrînê û derdora wê nîqaş kiriye. Li gorî van nîqaşan wê Efrînê radestî HTŞ'ê bikin. 

Di çarçoveya kampanya “Tu Jî Nûçeyekê Bişîne” ku ji aliyê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve ji bo piştgiriya Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS’ê hatibû destpêkirin de rojnameger Zeynep Boran ji MA’yê re nûçeyek balkêş amade kir. Li gorî nûçeya Boran, di 2’yê mijdarê de endamên Rêxistina Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) li bajarê Dîlokê yê bakurê Kurdistanê bi Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) re û bi dû re jî li bajaroka Atmê ya bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê bi endamên Heyet Tahrîr el Şamê (HTŞ) re civiyane.

Her du civîn jî veşarî hatine kirin û serokê HTŞ’ê Mûhammed El Colanî jî tev li civîna li Atmê bûye. Hat hînkirin ku di civîna Atmê de biryar hatiye dayîn ku HTŞ li navenda Efrînê û derdora wê bimîne. Her wiha biryar hatiye dayîn ku çeteyên HTŞ’ê ne bi nasname û unîformayên xwe yên leşkerî dê bi unîformayên koma Ahrar El Şamê tevger bikin. Ji xeynî vê hat diyarkirin ku MÎT’ê ferman daye ku HTŞ li navenda Efrînê komîteyeke leşkerî û ji Efrînê heya Kevir Cennê jî noqteyên leşkerî ava bike.

MÎT’ê di civînê de hewl daye ku peymanên bi Rûsyayê re îmze kiriye bi HTŞ’ê bide qebûlkirin û xwestiye kontrola rojavayê rêya M4 ji rejîm û rûsan re bê hiştin. Ji bo vê jî destûr hatiye dayîn ku Heyet Tahîr el Şam tevahiya Efrînê û bejahiya wê têxe bin kontrola xwe.

Bêyî lihevkirin ji ser maseyê rabûne

Civîna li Dîlokê jî 40 deqe dewam kiriye û berpirsê koma Siltan Mûrad Fehîm Îsa, berpirsê koma El-Emşatê (Silêman Şah) Mihemed Elî Casim Ebû Emşe, Şêx Ebûbekîr û Husêm Yasîn tev li civînê bûne. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên li herêmê hatine wergirtin di civînê de MÎT’ê di gelek waran de ASA’yê qaneh nekiriye. Hat ragihandin ku endamên MÎT’ê ji bo HTŞ li Efrînê û bejahiya wê bimîne û vê yekê rewa bike zor daye ASA’yê lê bêyî ku encamek bê bidestxistin her du alî ji ser maseyê rabûne.

Di civînê ev biryarên ku bi îhtîmaleke mezin komên ASA’yê yên li qadê bi zor qebûl bikin hatine girtin:

-Dê hemû ode û saziyên operasyona leşkerî yên sûdê yên komên paramîlîter bên girtin.

-Dê hemû kom bin sîwaneke leşkerî de kom bibin.

-Dê kontrola nuqteyên leşkerî yên li navenda Efrînê dewrî komên polîsan ên qaşo sivîl bên kirin.-Peywira encumena îslamî dê tenê fetwaya şerîetê be û pevçûnên di navbera koman de rû bidin dê ji aliyê dadgehên leşkerî ve bên lêpirsînkirin.

-Dê wesiyeta HTŞ’ê ya li Efrînê û derdora wê wekî xwe bimîne.

-Di civînê de MÎT’ê gef li Feylaqa Sêyemîn û Eniya El Şamiyeyê xwarin ku tu rapor ji Amerîka û Rûsyayê re neşînin û hat diyarkirin ku ger rapor bên şandin dê kesên şandine bên cezakirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê bi dest ketine, piştî van civînan li El Bab, Mafê û Efrînê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ne çete li dijî dewleta tirk dest bi protestoyan kirine.