27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermenda îranî Taraneh Alidoosti  piştgirî da xwepêşandêran

Taraneh Alidosstî ku yek ji leystikvanên Îranê yê herî bi nav û deng e li ser hesabê xwe yê instigramê wêneyeke xwe yê servekirî  û di destê wê de jî pankarta jin Jiyan Azadî li ser hesabê xwe weşand.

Hunermenda navdar Taraneh Alidoostî ji bo piştgiriya serhildana gelê Îranê li ser hesabê xwe yê Instigramê wêneyeke xwe yê servekirî belav kir.

Taraneh Alidosstî ku yek ji leystikvanên Îranê yên herî bi nav û deng e li ser hesabê xwe yê instigramê wêneyeke xwe yê servekirî  û di destê wê de jî pankarta jin Jiyan Azadî li ser hesabê xwe weşand.

Ez ê li vir bimînim

Taraneh Alidosstî da xuyakirin ku ew dê tucaran dest ji welatê xwe bernede û dernekeve derveyî welat. Her wiha da xuyakirin ku ew dê bi her awayî piştgiriya malbatên kesên di serhildanê de hatine kuştin bike, her wiha got ku ew dê alîkariya malbatên girtiyan jî bike.

Alidosstî da xuyakirin ku ew ne hemwelatiyê tu welatekî din e û pasportan tu welatan pê re tune ye û wiha got: “Ez ê li vir bimînim, tu niyeta min a derketina ji derveyî welat tune ye, ez ê li vir piştgiriya malbatên kuştî û girtiyan bikim.”

Hêjayî gotinê ye ku Taraneh Alidosstî keça derhunerê navdar Asgar Ferhadî ye ku di sala 2017’an de filmê wî hêjayî xelata Oscarê hatibû dîtin, her wiha xwediyê gelek xelatên din ên navdewletî ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê