10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Laçika Spî

Di çanda me kurdan de hem jin hem jî laçika serê jinan pîroz e. Di daw û dozên giran de ji bo sekinandina șer û dijwariyê jinên kurd laçik an jî kefî ,kitana xwe ji bo aramî û ewlehiya nava civakê bi kar aniye. Jin bi rol û mîsyona xwe xwediyê cihekî bilind e. Eșîr li hev anîne sulh çêkirine aștî anîne gund û bajarên xwe. Lê mixabin li dijî kurdkujan ev cureyên çanda me hatibe bikaranîn jî serkeftî nebûye!

Rûpelê dîroka kurdan bi rojên reş tijîne. Rojê ferman û qetilaman wisa pir in ku nayên jimartin. Ez ne dîroknasim an jî nivîsa min ne li ser dîrokê ye ku ez yek bi yek bi roja ku qewimîne heta roja îro çiqas ferman û sêdar, heta qetliamên mezin û girseyî binivîsim, xwendekar jî nivîsa min bixwînin û bêjin ka ev û ev jî te binvîsiya ji ber ku kul û birînên kurdan pir û nû ne. Birînek hê qalik nagire yeka din lê vedikin! Dem û dewran çi qas dizivire ew qewimînên bi jan dûrî me dikevin û birîn qalik digirin. Lê destê birînên din ku li can û giyanên me zêde nekirana.

Wekî em hemû dizanin hêrs û  refleks hevdu didehfînin. Yek li yekî dixe hêrsa wî refleksa yê dijî wî/ê ye û hew dinêhêre kifriyek ji devê wî pekya yan jî derbek ji destê wî wê derket, çi dikî bi xwe dikî, gotineke pêșiyane qenc dikî bi xwe dikî, xirab dikî bi xwe dikî!

Ger li dijî kurdan dest bi șer nekirana zarokê kurdan ne kuștana, zarokên dijber jî nedimirin! Ger dewletan li şûna teyare, top û tang dikirin û li șer xerc dikin, bila ji bo perwerdehiya gel û zimanên cuda xerc bikirana. Ger ku ji bo zimanê kurdan xerx bikira û bikirina zimanê fermî ev erdnîgarî dê bibûya bihușta rûyê dinyayê.

Tu ji derve de li bajarên wek Stenbolê weke Îzmîrê mêze dikî dibêjî ne wargeha tirkan e ya kurdan e. Hema ku têyî metropolan dibînî ku nîvî nîvî nebe jî hejmareke zêde kurd lê dijîn. Tiștekî pir balkêșe kurd li welatê xwe tirkî diaxivin lê li metropolan ger asîmîle bibe jî rûmeta zimanê wan tê bîra wan bi kurdî diaxivin. Ez bi xwe bûme șahid ku li îzmîr û Stenbolê li kuçe û kolanan bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin. Di dawetên xwe de stranên kurdî dibêjin!

Ha bişavtin tune ye! Ji sedî sed heye. Kurd di navbera du dîwaran de mane.

Hema heq’rê’ya xwedê nîne bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî 80 milyonî zêdetir kesên ku nîvî jê kurd in tev bi yek zimanekî diaxivin. Gelek heyfe, çima dewletên biçûk hene ku ancax weke Îzmîrê ne bi du sê zimanên fermî jiyana xwe xweș, hêsan û dewlemend dikin. Li vê erdnîgariyê jî du zimanên fermî hebin ma çi xirab bibe?

Heke fînansmana șer bibûya fînansmana perwedehiyê, șer û pevçûn jî rawestiya. Êdî ocax kor nebûyana dayik negiriyana ma baș nedibû ?

Di çanda me kurdan de jin diçin xwîna laçika serê xwe davêjine nav dest û pê șerkeran dibêjin; hûn bi hirmeta me jinan û laçika serê me bikin êdî bila șer raweste! Bi vî awayî șer didin rewestandin, xwîn xaș dibin sulh û aștiyê çêdikin.

Hêvî dikim ku kefiya jinên kurd bi bihara tê re aștiyê bîne vê erdnîgarê!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê