2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

6 meh

Tim wiha bû. Lê car caran kirasek ji xwe re didîtin, bê exlaqîya xwe vedişartin. Carinan înkar dikirin. Veşartî dikirin. Carinan siyaseta navnetewî nedihişt. Tim zilm hebû lê îcar bi yekcar etîkê betal kirin. Dewletên dagirker ji bo ser bikevin li dijî gelê kurd û hemû pîvanên mirovahiyê û exlaqî bin pê dikin. Yekane motîvasyona wan serkeftineke siyasî ye. Ji bo wê her tiştî dikin lê ji niha ve di şerê etîk, estetîk û civakî de têk çûn. Ji bo vê serkeftinê aboriya wan têk çû; gelên ku bûn duvik ji bo hêzên mêtinger  birçî ne.

Ji bo kuştina kurdan tezahurat dikirin û niha birçî ne. Lê li gel vê birçîbûnê bi qasî siyaseta wan civak bi xwe jî ji civakbûnê wêdetir bû girseyek faşîst. Di medyaya dijîtal de di devên ciwanên tirk de şîroveyên wek “ ma em çima çekên kîmyewî bi kar neynin, heqê me ye, torba zer” bûn ji rêzê. Di van rêbazên bêexlaq de pergal yekpare tev digere. Li dijî gelê kurd maseya şeş alî û şaş alî li dijî kurdan bûne yek tifaq ku mirov dikare navê wê deyne tifaqa kîmyewî.

Dîsa bi rêbazek hovane li dijî girtîyên azadîyê jî êrîş naseknin. Sîh sal berdêla azadiyê dane. Sîh sal li dijî her cure xerabiyê li ber xwe dane. Roj hatiye. Malbat li bendê ne. Heval li bendê ne. Hiqûqa mêtingeran gotiye sîh sal û sîh sal di zindanê de maye. Roj hatiye ku wê bê berdan. Lê na, pergala xerabiyê nasekine. Poşmaniyê ferz dike ji bo berdan an na înfazê dişewitîne û tehliyeyê 6 meh taloq dike. Ahmet Taş yek ji wan kesan e ku sîh salan di zindanê de maye. Memûrên girtîgehê jê re gotine tu yê di 31’ê cotmehê de tehliye bibî. Diya wî, malbata wî, hevalên wî, wê rojê hatine ber deriyê zindanê. Lê rêveberiya zindanê saeta ku divê bê berdan biryar distînin ku şeş meh tehliyeyê taloq bikin.

Dixwazin her kêlî îşkenceyê li me bikin. Dixwazin her derfet û dînamîkê jiyanê veguherînin îşkence û pê bi rûmeta gelê kurd bilîzin. Ji ber ku dizanin Girtiyên Azadiyê namûs û rûmeta gelê kurd e. Mirov nikare vê xerabiyê pênase bike. Ev awayê xerabiyê li qaraktera mêtingeriyê zêde bû. Êdî şeş meh qaraktera mêtingeriyê îfade dike. Lê ez Dayika Şaha Taş difikirim. Rênas Jiyan helbesta Dê û Law de dibêje: “Hêviyên wê di dil de bûn kulmek cîncoq. Şikestin û man…” Dewlet dixwaze hêviyên me di dilê me de bike kulmek cîncoq. Lê na dayik berxwedêr in. Em ê guh bidin dayika Şaha: “Ew ê kurê min azad bibe”. Helbet! Ji bo vê tekoşîn divê. Bi taybet dewlet vê rêbazê li hemû girtiyan ferz dike û normalîze dike. Siyaseta kurd divê demildest li ser vê meseleyê bi awayekê cidî raweste. Ferzkirina poşmaniyê ne hiqûqî ye, bi temamî keyfî ye. Hiqûq û zagonên we yên der-mirov ne bes bû îcar poşmanî! Kurd ew ê ti car ji ber ku li ber xwe dane ew ê poşman nebin!

Li gel vê faşîzma rezîl me di nivîsên din de jî qal kiribû, bi festîval û hunermendên xwefiroş vê îmaja kujer hewl didin veşêrin. Festîvalên wan jî wek şerê wan ti etîkê nahewîne. Li ser xaka qedîm bi festîvalên xwe yên kîmyewî hewl didin çanda kurdan birizînin. Di bextê we de me, nerm nekin; ne bi tenê festîval, piştî kiryarên wan ên ku jorê jî me behs kir, divê bêhnvedana hêzên mêtinger wek êrîş bê qebûlkirin. Erîşên festîvalên dewletê bi tenê bi neçûnê bê bandor nabe, li dijî wê, divê li gorî çanda resen festîvalên hunerî hebin. Şanoya Bajêr a Amedê bi festîvala xwe ya 8’emîn di eslê xwe de xebateke antî-kolonyal li dar xist. Ji her parçê Kurdistanê û ji her fikrê kurd li dora vê festîvalê bûn. Qet nebe ji bo qada şanoya kurd, ev li dijî dagirkerî îşareta yekitiyê bû. 8’emîn Festîvala Şanoyê ya Bajêr a Amedê li dijî qirêjiya mêtinger nefesek a xwebûnê bû. Em wek şopînerên hunerê li benda festîvalên sînemayê û muzîkê ne jî.