3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bajarê êşên kezebşewat: Santos2

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Hooo xwîner! Şalê/maşalê te serpêhatiya xelkê vî xerab-bajarê Santosê ya dilşewat, ku min di xeleka berî vê nivîsê de anîbû ziman, xwendibe. Hooo xwîner! Ez dihesibînim te xeleka yekemîn xwendiye û ji lew ez dest bi xeleka duyemîn dikim; ji dawiya xeleka yekemîn û destpêka xeleka duyemîn, deriyê serpêhatiya êşên giran yên vî xerab-bajarî heta li ser piştê ji te re vekiriye. Kerem bike, ji rindiya xwe daxilî hundir bibe.
Heyştê malên Santosî yên li zozana ku ji ber qirkirina Harpago yê bêbext filitî bûn, jinûve tên bajarê xwe  ava dikin. Xelkên Santosî, bi awayekî mucîzewî, mîna teyrê sîmir-anka jinûve  xwe ji xweliya xwe vedijîne. Lê ew heyştê malên Santosî, tu car vê çalakiya pêşiyên xwe ya ku bi awayekî komî xwe dikujin û bi zindî xwe nadin destê dijmin, ji bîr nakin û ew vê birîna xwe ya nekewandî, mîna peymaneke kevneşopî ya diyariya kal û pîran ji wan re mîrasmayî, di kûrahiya dilên xwe de bi hurmetî hiltînin.
Dem tê, dewran diçe. Persan, li ser dewlemendiya Împaratoriya Medan, dewleta Lidya, Likya û yekûna qewmê Kevana Zêrîn herwiha Ege û heta giravên Grekan, rûniştibûn û desthilatdariya xwe pesend kiribû. Tenê Medên /Kurdên xwe vekişandibûn bilindahiyèn Zagrosan(Ksenefon ji wan re gotiye Kardoxî) derveyî vê xelekê dimînin.
Erê. Heyştê malên Santosî, warê xwe yê wêran jinûve ava dikin. Lê ligel tevahiya xelkê Likyayî, Santosî ji wekî satrabekê di bin nîrê Persan de dijîn. Ev dewran û çerxa felekê heta beriya zayînê sala 334’an wan î dikudîne.

Îskender û Santos

Persên zordar derdora 200 salî, bi awayekî kesnetî zulmê li xelkê li jor min ew destnîşankirî, dike. Lê rojek tê û xortekî bi navê Îskender/Aleksandir radibe. Nola dibêje, her Fîrewnekî, Mûsayekî wî heye. Rabûna Îskender jî wan î: Îskenderê kurê Fîlîpê leheng û şagirtê Feylezof Arîsto Teles, li hespê xwe yê bi navê Bukefalos (ser-boke) siwar dibe û derdikeve cenga Persên zulmkar.

Felekê çerxa xwe gerandiye

Îskender, Persan ji gelek herêman, her wiha ji Santosê jî paqij dike. Heta mirina Îskender, Santosî bi vî awayî azad dijîn. Lê piştî mirina Îskender, vêca Santos, ligel hemû bajarên Likyayê yên din dikevin bin serweriya Selefwkos.
Ev dem û dewran, wan î dikudîne. Nola dibêje, çerxa felekê bi fetl, ger û dewran e. Sêsed salên din jî çerxa felekê wan î digere. Sal, beriya zayinê 42 bû. Vêca ne bêhn û berateyên Persan, ne yê Îskender û ne jî ji yê Selewkosîyan, nemaye. Felekê çerxa xwe gerandiye û hatiye li ser Împaratoriya Romayê sekinandiye. Êdî Roma, hespên xwe li meydana zulmê radikin cirîd û tiradan. Ji hikumdarên Romayê, mîrze Brutus ê zirkurê Julyo Sezar e, dibe bela serê xelkê Santosî.

Bêbext; Rastgo û Brutus

Di ser Harpago yê bêbext re 500 sal derbas dibe. Bêqidoşî û bextreşiya çarenûsa xelkên Santosî, bi destê bêbextekî din, xwe ducar dike. Êşên giran, janên sotîner ji pêxîla Santosiyan venabe û felek ji wan venagere.
Harpago, bêbextê herî mezin ê Med/Kurd e. Brutus jî, di dîroka Romayê de bêbextê herî mezin e. Ev herdu bêbextên dîrokî, her du jî di demên ji hevdu cûda de, dibin sebebên kuştina keyayê welatê xwe, herwiha dibin sebebên hilweşandin û xwekuştina komî ya xelkên Santosê jî.
Gava Harpago, Keya Aştiyages dîl digire, Aştiyages ji Harpago re dibêje: “Hey rezîl. Qene te textê keyatiyê pêşkêşî Persan nekira!”
Gava Brutus jî, bavmariyê xwe Împeretor Julyo Sezar ji paş re xencer kir. Julyo Sezar li xwe fitilî û ji zirkurê xwe Brutus re got: “Qey tu jî Brutus!? (Et tu, Brutus!?)”

Bêbext dibin sebebên êşên mezin

Tişta herî seyr jî ew e ku ev her du bêbext, dibin sebebên du êşên mezin yên xelkê Santosî jî. Kirinên van her du bêbextan, van her du bêbavan, mîna fotoqopiyekê meriv ji ser hev rake, wan î mû ji hevdu nabirin.
Di xeleka berê de min anîbû ziman bê çawa Harpago, radabû li ser Santosiyan û ji wan xwestibû bibin xulamên wî. Piştî 500 salên din, Brutus jî bi heman hincetê, bi heman gewîtî û çavsoriyê li ser Santosê dimeşîne û ji xelkê wê dixwaze teslîm bibe.
Xelkê Santosê, xwe nadin destên Brutus. Dîsa kevneşopiyek xwe ducar dike. Dîsa xelkê Santosê, top û tekelikan li xwe dixînin; sondê dixwin û bi sondên bêfutu ku heta yek ji wan sax bimîne, ew ê xwe nedin destên Brutus. Wê rojê, şervanên Santosê şerekî li gorî pêşiyên xwe yên leheng, li naverasta jêra Santosê li dar dixîne. Santosî, mîna lehengan şer dikin. Santosî, mîna pêşiyên xwe yên leheng şer dikin. Santosî mîna mirovên azad şer dikin.
Dîsa wê rojê, yekîneyek ji şervanên Santosî sax difilitin û ew yekîne tên deriyè keleha bajêr li ser xwe digirin, agirekî jî wan agirê kulxan vêdixin. Paşê kal û pîrên wan çawa kiribûn, wan jî wisa kirin. Û disa ew yekîne derdikevin xarî dijmin dikin û şûrên xwe bi lehengî dawdişînin dijminê xwe.

Têgotin, hingê dayikek derdikeve li ser lata jora çemê Santosê. Ji bo nekeve destê artêşa Brutus, dayik hewl dide pêşikê lorika xwe ya di pêçekê de bavêje, dûre jî xwe li dû pitoka xwe bavêje jêr. Hingê Brutus ji ber kirinên xwe yên xirab dibehti û fermanê dide leşkerên xwe, da ku nehêlin ew dayik xwe di latê de wer bike. Brutus, fermanê dide leşkerên xwe ku her kî ji leşkerê wî, ji xwekuştina mirovek Santosî re bibe asteng û xilas bike, ew ê wî leşkerî xelatdar bike.
Şev derbas dibe, stêrka berbangê hiltê. Brutus daxilî nava bajarê Santosê dibe. Ew jî nola Harpago çawa 500 sal berê li hemberî çalakiya xwekuştinê ya komî hêbet lêketibû, aha wan î hêbet li Brutus jî dikeve û dibehête. Brutus, li jinekê rast tê. Di destekî wê de lorika wê, di destê din de meşaleyek. Wan î bi hev re dişewtîne, dibin qirik.

Avahiyên Santosê

Gelek berhemên bajarê Santosê, ji ber qir û qiyameta şerên hilweşîner filtîne û heta roja me ya îro jî hatine. Nîşanên li ser van bermahiyan, ji me re serpêhatiyên janbar ên xelkê Santosa xopan rave dike û çîrokên melûl di guhê mirovan de dike kurtepist. Ev bermahiyên ez ê li jêr qala wan bikin, bi serpêhatî û hîkayeyên xwe ji dem û dewranan re meydanê dixwîne û dibêjin qaqibixo.
Bermahiyên xerab-bajarê Santosê yên herî niwaze, tirbên wê yên bîrdariyê ne. Ev tirbên hanê, nola hêlînên leglegê li ser bilindahiya stûnên kevirên yekpare hatine avakirin. Her tirbek ji van tirbên niwaze, xwediyê serpêhatiyeke xweser e û her yek ji wan bi mîmariyeke muhteşem hatine çêkirin.

Xelkên Likyayî, nexasim jî yên ji bajarê Santosê, miriyên xwe mîna kesê zindî hewandine. Ji lew, tirbên miriyên xwe di nava bajarên xwe de û di teşbîhê qesr û şatoyan de çêkirine.
Tirbek ji van tirbên niwaze, tiba mîrzeyekî bi navê tirba Keriha ye. Ev tirba li ser bilindahiya stûna kevirekî yekpare hatiye avakirin, di heman demê de nola kîtabeyeke dêwasa, serdan bi nivîsên Likyayî û du zimanê din, nivîs li ser nivîsandine. Di nivîsên li ser stûnê hatine nivîsandin, qala serpêhatiya Mîrze Keriha dike û dibêje ev lehengê li vir razayî, bi tena serê xwe duwanzden siwarên yewnanî kuşttiye. Çavkanî dibêjin, Keriha kurê Harpago ye.
Tirbeke din li rojavayê bajêr tê dîtin. Navê tirbê, Bîrdariya Harpy e. Ev tirba bîrdariyê jî li ser stûneke bilind hatiye çêkirin. Tirb, a navdarekî Santosî yê bi navê Kîbernîs e û B.Z di sedsala 5’min de hatiye çêkirin. Li ser her çar hêlên tirbê bi rolyefê hatine neqişandin. Rolyef, gelekî watedar in. Meriv ji bedewiya rolyefan re dimîne xizmetkar. Rolyefek ji van rolyefên niwaze, jineke bi bask û zarokek li ber sînga wê ye. Jina bi bask, zarok hilgirtiye û ber bi ezmanan ve difire. Ev sêwirandina giyana kesê mirî ye ku bi destê ferîşteyekê dibe dinyaya aliyê din. Ango giyana yê mirî dibe axretê.
Jina bi bask, di mîtolojiya grekan de jê re dibêjin Sîrena. Tê bawerkirin ku ev jinên bi bask ku jê re digotin Sîrena, li ber avê dijîn, muzîkjenbûn, herwiha degn xweş bûn. Di nav kurdan de jê re dibêjin perî.

Zêmara xelkê Santosê

Di kolandina arkeolojîk a li xerab-bajarê Santosê de, kevalek tê dîtin. Li ser kevalê, helbestek, ango zêmarek ji hêla xelkê Santosê ve hatiye nivîsandin û qîrînek ji kûrahiya dîrokê gihandiye roja me.
Hooo xwînerê bi xwendina vê nivîsê re tu jî bû barhilgirê êşa xelkê Santosî; te jî bi wan re reşgirêda; te jî bi wan re şîngerand; dilê te jî bi dilên wan re hat guvaştin. Kerem bike zêmara santosiyan ya du hezar û 200 sal berê hatiye nivîsîn, bixwîne û meşaleya serhildana bindestan, hinekî din bilind bike. Dibe ku ev meşale ji Santosî yên Likyayî, diyarî ji te re mabe. Dudilî nebe û meşaleyê berztir bike. Heta yekî din hat ji destê te girt û ber bi pêşerojê ve bezand.

“Me malên xwe ji xwe re kirin tirb
Tirbên xwe jî kirin mal
Malên me hilweşandin
Hatin tirbên me wêran kirin
Em derketin lûtkeyên çiya
Me xwe bera bin zikê erdê dan
Me xwe di bin ava çeman de veşartin
Hatin em dîtin
Şewitandin wêran kirin
Em talan kirin
Em bûn em,
Em ew kesên ji bo dayikên xwe,
Ji bo jin zar û zêçên xwe,
Ji bo miriyên xwe,
Me ji bo rûmet û azadiya xwe,
Em xelkên vê axê me xwekuştina komî bijart
Me agirekî kulxan li dû xwe hişt
Agirekî geş yê ku ew ê qet neyê vemirîn”