3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevseroka PADÊ Zehra Silêman:  Vîna Şengalê axa Iraqê parastiye 

Kurdên feylî û êzidî, ji ber ku mafê wan ê bawerî û nasnameyê tê binpêkirin û ji aliyê zagonan ve nayê parastin, li paytexta Iraqê Bexdayê yekem car di konferansekê de civîyan. Hevseroka PADÊ Zehra Silêman jî di navde  nûnerên gelek rêxistinên civakî û rewşenbir tev li konferansê bûn.

Kurdên Feylî û Êzidî di vê pêvajoyê ku li Iraqê mafên netew û olên cuda tên binpêkirin de civîyan û li ser mafê bawerî, nasname û xweseriya xwe axivîn. Konferansa kurdên feylî û êzidîyan li Hola Otel a Bexdayê bi şîara “Ber bi bidestxistina hîmê dadperwerî û wekheviyê” pêk hat. Di konfransê de kurdên faylî, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidyan (PADÊ) û Jinên feylî amade bûn. Di konferansê de jin bi cil û bergên xwe yên resen li salonê amade bûn. Nûnerên rêxistin, saziyên navneteweyî û êzidî yên li Ewropa, Rûsya û parlamenterên Yekîtiya Ewropa bi riya online peyamên xwe ji konferansê re şandin. Di konferansê de 2 panel hatin li darxistin. Di panela yekem de Parlamentera berê ya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr nirxandin kir. Şêx Dilêr bal kişand ser mijarên “Ji dîroka kurdên feylî ya kevin, heta 2003’yan”, “Ji dîroka êzidî heta 2003’yan” û “Di çarçoveya civaka Iraqê de jinên êzidî û feylî” rawestiya.

Di panela duyemîn de jî mijara “Piştî rûxîna rejîma Baasê heta niha rewşa êzidî û feylîiyan li gel ezmûna êzidiyan ên di xwerêveberinê de çareserî û pêşniyarên ji bo dosya feylî û êzidiyan li gel di Iraqa nû de têgihîştina neteweya demokratîk” hat niqaşkirin.

Hevseroka Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Zehra Silêman der barê komxebata ku li Bexdeyêpêk hat axivî.

‘Kurdên feylî wekî civaka êzîdî gelek êşên dijwar dîtine’

Zehra Silêman li ser armanca konfernasê axivî û wiha got: “Di 5’êadarê de konferans ji aliyê kurdên  feylî û êzidî ve li Bexdeyê pêk hat. Ji bo ku çawa em karibin mafê xwe yê neteweyî  li Iraqê biparêzin û mîsoger bikin em hatin cem hev. Demek dirêje karê konferansê ji aliyê komîteyê ve dihat meşandin. Di nava komîteya amadekar de Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) cih girt. Dîsa kurdên feylî jî cihê xwe di komîteyê de girtin. Konferans ji aliyê kurdên feylî û êzidî ve pêk hat. Li ser mijara 2 neteweyên ku di nava Iraqê de gelek êş û azar dijîn, çawa dikarin mafê xwe yê fermî û zagonî biparêzin? kom bûn.  Kurdên feylî jî wekî êzidiyan bi gelek zor û zahmetiyan re rû bi rû mane. Li dijî wan gelek komkujî pêk hatin. Heta niha di aliyê hiqûqê de tu mafê kurdên feylî nehatye dayîn. Wekî civaka êzidî bi salan e bi êş û azarê dijwar re rû bi rû dimînin.”

‘7 sal in hêj dewleta Iraqê karaseta Şengalê wekî komkujî qebûl nekiriye’

Sehra Silêman, destnîşan kir ku hemû gelê cîhanê temaşe kir ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de karaseteke çawa bi serê civaka êzîdî de hat û wiha axivî: “Di ser vê karasetê re 7 sal borîn. Lê heta niha ne dewleta Iraqê û ne jî dewletên navneteweyî di aliyê hiqûqê de tu gav neavêtine. Wekî komkujî pênase nekirine. Ji ber vê yekê me xwest bi rêya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) balê bikişînin ser vê pirsgirêkê. Ji bo çareseriya vê yekê em gavek nû û pêngavek nû pêş bixin em kom bûn. Ji bo maf û hiqûqa baweriyên li Iraqê hatiye binpêkirin bê parastin em kom bûn. Ji bo em karibin mafê xwe yê destûrî bixwazin û mafê me yê zagonî bê parastin em civîyan.”

‘Gelek şexsiyetên cuda tev li konferansê bûn’ 

Hevseroka PADÊ Zehra Silêman bal kişand ser tevlêbûna konferansê jî û ev agahî parve kir: “Kurdên F-feylî û êzidî ev konfrenas pêk anîn. Lê ji xeynî kurdên feylî û êzidî gelek şexsîyet û nûnerên rêxistinên civakî jî amade bûn. Gelek zana, şewirmend û nasnameyên cuda tevli konfernê bûn. Kurd û êzidiyên dervê welat peyamên xwe  şandin. Ne tenê kurdan, gelek nûnerên li ewropê jî ev xebat pîroz kirin û piştgirî dan konferansê.”

‘Êzidî dixwazin mafê xweseriya demokratîk bê nasîn’

Zehra Silêman, bal kişand ser peyamên ku di konferansê de hatin dayîn û wiha  berdewam kir: “Hem aliyê kurdên feylî û hem jî êzîdî peyamên xwe yên çareseriyê anîn ziman. Çiqas êş û azar dîtine anîn ziman. PADÊ jî peyama xwe da. Bi taybetî li ser êş û azara ku êzidiyan dîtiye rawestiya. Li ser siyaseta ku li ser êzidiyan tê meşandin rawestiyan. Ji bo çareseriyê gelek gotar (Muhadere) hatin pêşkêşkirin. Li ser çareseriyê gelek niqaş hatin kirin. Hat diyar kirin ku kurdên feylî û êzidî wekî baweriyên din ên li Iraqê mafê wan hatiye xwarin. Di aliyê destûrê û qanûnê de hiqûqê wan diyar e. Lê mafê wan ê hiqûqî hatiye binpêkirin. Di zagonan de mafê wan heye. Bi armanca di aliyê bawerî û çandî de mafê wan ê destûrî û hiqûqî bê parastin û mîsogerkirin niqaş kirin. Heta niha nasnameyên kurdên feylî çênebûye. Dewleta Iraqê mafê wan ê hiqûqî nabîne. Hiqûqa wan winda ye. Êzîdî jî bi heman rengî mafê wan ê hiqûqî nayê parastin. Civaka êzîdî bi taybetî piştî komkujiya 2014’an ji bo karibe xwe bi rêve bibe û xwe biparêze, dixwaze mafê xweseriya demokratîk bê nasîn.”

‘Baweriya êzidiyan êdî bi kesên din nayê’

Hevseroka PADÊ Silêman li ser parastina Şengalê jî rawestiya û ev agahî lê zêde kirin: “Vîna Şengalê şerefa Iraqê parastiye. Axa Iraqê parastiye. YBŞ, YJŞ’ê, hêz û vîna hatiye avakirin, namûs û axa Iraqê parastiye. Piştî ew qas êş û ferman, vînek hatiye avakirin. Êdî baweriya êzidiyan bi kesên din nayê. Baweriya wan tenê bi wan tê. Êrişên hewayî yên li ser Şengalê, gefên Iraqê yên li ser Şengalê dihêle ku êzîdî parastina xwe ya cewherî pêş bixin. Ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ciwanên êzîdî tên girtin. Gef li jinên êzidî tên xwarin. Zext li ser civaka êzîdî zêde dibin. Xalek ku li ser hat niqaşkirin peymana 9’ê Cotmehê bû. Peymana 9’ê Cotmehê çawa bêyî vîna civaka êzîdî hat îmzekirin. Bi vê peymanê dixwazin vîna civaka êzîdî ji nedîtî ve bên. Li dijî van gefan ji bo parastin û rêxistinkirina êzidiyan xal bi xal niqaş hatin kirin. nerîn pêş ketin.”

‘Divê peymana 9’ê Cotmehê bê betalkirin’

Hevseroka PADÊ Silêman li ser encamnameyê jî rawestiya û wiha got: “Di encamnameyê de hat xwestin ku Xweseriya Demokratîk a ku li Şengalê hatiye îlankirin ji aliyê dewleta Iraqê ve bê qebûlkirin. Hat xwestin ku mafê feyliyan bê parastin. Hat gotin ku ji bo feylî karibin mafê xwe yê nasnameyê û hiqûqî biparêzin, divê têkoşîna xwe xurt bikin. Hat diyar kirin ku Peymana 9’ê Cotmehê li dijî vîna gelê êzidî hatiye îmzekirin û hat xwestin ku ev peyman bê betalkirin. Hat xwestin ku ev peyman neyê qebûlkirin. Hat xwestdin ku kurdên feylî û êzidî vê xebatê bi hevre bimeşînin. Karibin doza mafê xwe yê li Iraqê bikin. Ne tenê kurdên feylî û êzidî li Iraqê hene. Bi dehan baweriyên cuda li Iraqê hene. Hat xwestin baweriyên din jî xwe tev li van xebatan bikin û ji bo vê yekê xebat bên meşandin.”

‘Wê ji bo mafê hiqûqî û zagonî li Iraqê bi hevre xebatê bikin’

Silêman, herî dawî destnîşan kir ku li Iraqê ji aliyê kurdên feylî û êzidî ve ev konferansa yekem e pêk hat û wiha bi dawî kir: “Ji bo vê encamnameya ku hatiye derxistin bi hevre pêk bînin dê xebat bên kirin. Ji bo baweriyên cuda tev li xebatê bikin û encamnameya derketiye bi hikûmeta Iraqê bidin qebûlkirin dê xebat bên kirin. Kurdên feylî û kurdên êzidî ji bo mafê xwe yê hiqûqî, bawerî û zagonî bi dest bixin dê li Iraqê di nava xebatê de bin. “