3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamnameya konferansa kurdên êzidî û feylî: Bila komkujî bi fermî bê nasîn

Pêkhateyên konferansa kurdên feylî û êzidî, encamnameya konferansê ya bi şîara ‘Berbi bidestxistina hîmê dadperwerî û wekheviyê’ li Bexdayê pêk hat, aşkere kir.

Kurdên êzidî û feylî bi şîara ‘Berbi bidestxistina hîmê dadperwerî û wekheviyê’ di 5’ê adarê de li paytexta Iraqê  Bexda, konferans li dar xist. Beşdarên konferansê piştî niqaşa rojekê encamname parve kirin. Encamname ji 17 xalan pêk tê.

Kesayetê êzidî Şêx Semîr encamnameya konferansê xwend.

Encamnameya konferansê wiha ye:

Têkoşîn ji bo bihêzkirina hebûna siyasî, civakî û çandî ya herdu pêkhateya faylî û êzidî.

Yekgirtin û serbixweyiya gotar û biryara siyasî.

Naskirina bi fermî ya komkujiya êzidiyan.

Êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengal û derdora wê weke berdewamiya êrişên DAIŞ’ê û dewleta Osmaniyan ya ji bo komkujiya pêkhate û binpêkirina serweriya Iraqê were naskirin.

Îradeya pêkhateyan li ber çavan were girtin û li hemû saziyan nûnertiya wan bê cudahî were garantîkirin.

Ji biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya hejmara 43 ku di 22’yê Sibata 2022’yan de derketiye rêz were girtin. Di heman demê de, di warê ji rê derxistina vê biryara dîrokî  de hişyariyê didin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo parastina çand, bîr û bariyê, erdnîgariya êzidiyan bê naskirin û bike hîmê siyasî û civakî ya êzidiyan. Ji bo pêşkeftin û pêşveçûnê û xweparastina ji bo îradeya xwerêveberiyê derfet werin afirandin.

Rêz bê girtin ku sîstema Xwerêveberiya Şengalê sûd ji alîkariya navneteweyî bigire. Hikûmeta Iraqê bûdceya taybet ji bo veqetîne, ji bo ku sûdê bide mijarên fêrkirin, xizmetguzarî û afirandina derfetên kar.

Karkirina li ser hîmê herêmên wêranbûyî yên feylî û êzidî û vegera koçberan li ser warê xwe. Dûrxistina pêşbaziyên hizbî û rêxistinên siyasî yên navnxweyî û derve.

Redkirina lihekvirina di navbera Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û were itirafkirin ku ev lihevkirin bi tu awayî nûnertiya îradeya êzidiyan nake.

Ji bo vegerandina jin û zarokên êzidî yên hatine revandin û avakirina navendekî ji nû ve perwerdekirinê hewl were dayîn.

Li hemberî hewldanên ji bo guhertina şûnwarên êzidî û Feyliyan rawestîn û herwiha her sê serokên Iraqê çavdêriyê bikin.

Di çarçoveya bihêzkirina sîstemekî nemerkezî de rê were dayîn ku Komelgeha Kurdên Feylî li Bexda û herêmên din ên Iraqê xwe rêxistin bikin.

Wê ev konferans bibe hîmê bingehîn ê ji bo karê hevbeş ê di navbera pêkhateyên resen ên Iraqê de.

Karkirina ji bo parastina çand û zimanê tevahiya neteweyan ku bi hemû awayî di destûra Iraqê de heye.

Pêwîste em hemû bizanibîn ku azadiya jin, ji bo her guhertinek civakî û çespandina ewlehî û asayişê û aramiyê rolek sereke ye. Ji bo vê jî pêwîste jin li tevahiya karûbarên de rola xwe zêde bikin. Daxwazê ji tevahiya jinên pêkhateyan dikin ku têkoşîna jinan rêxistin bikin û sûd ji ezmûna hev bigirin.

Avakirina lijneyek ji herdu pêkhateyen ji bo çavdêrkirina biryarên konferansê.