11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê li ser navê jinan biryaran digire

Rojnameger Nîgîn Şêxûlîslam Wetanî, li ser rewşa jinên Rojhilat axivî û got: Jinên kurd ji bo azadiya ziman û mafê xwe yê neteweyî û mafê jinên îranî têdikoşin û li ser piya ne.

Li Îranê jin di bin zext û tundiya rejîma Îranê de dijîn. Ji ber ku rejîma Îranê her tiştî li gorî zagonên şerîatê dimeşîne gelek mafên jinan ji destê wan hatiye girtin.
Rojnameger û nivîskar Nîgîn Şêxûlîslam Wetanî, têkildarî rewşa jinan a li Rojhilatê Kurdistanê nirxandin kir. Nîgîr anî ziman ku jinên kurd hem ji bo azadiya mafê xwe, hem jî ji bo ziman û mafê neteweyî û mafê jinên îranî têdikoşin.

Nîgîn, diyar kir ku Jinan di destpêka avakirina komara îslamî ya Îranê de fêm kirine ku hatine xapandin û wiha got: “Dema şoreşa Îranê bi ser ket, hikûmetê jin ji her tiştî dûr xistin. Jinan di heman serdema destpêkê de dest bi çalakî û têkoşînê kirin.”
Nîgîn, da zanîn ku li Îranê di aliyê têkoşînê de bi taybetî di nav jinên kurd de cihêwaziyeke zêde hebû û wiha axivî: “Jinên kurd hem ji bo mafê xwe têdikoşîn, hem ji bo ziman û neteweya xwe têdikoşîn. Cudahiya jinên kurd a ji jinên îranî di vê rewşê de bû.”
Nîgîn, anî ziman ku di wê serdemê de jinan hîs kirin ku ev şoreş ji bo jinan nebaş e û hikûmetê jin ji her tiştî dûr xistiye û wiha lê zêde kir: “Ji ber vê yekê jinan ji bo mafê xwe dest bi tekoşînê kirin. Hikûmeta Îranê ji destpekê heta niha ku 43 sal derbas bûye siyaseta xwe li ser bedena jinan meşandiye. Di asta ku li ser bedena jinan biryar bide tev digere. Hertim xwestiye ku beden û mejiyê jinan têxe bin kontrola xwe.”

Jin li dijî hikûmeta Îranê ne

Nîgîn bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî feraseta hikûmeta Îranê û ev agahî dan: “Jinan li dijî vê zext û zoriya hikûmeta Îranê ya li dijî xwe, her dem çalakî li dar xistine. Ji bo mafê xwe her dem têkoşiyane. Jin li hinek cihan bi ser ketin. Lê hin caran mixabin bêdeng man.”
Nîgîr Wetanî, destnîşan kir ku jinên kurd û îranî têkoşîna xwe berdewam dikin û wiha got: “Jinên kurd ji bo mafê xwe bi dest bixin, tev li saziyên siyasî dibûn û bi rêya saziyên siyasî têdikoşin. Ev siyaseta ku hikûmeta Îranê li ser jinan pêş dixe, siyaseteke li ser bedena jinan e. Li bedena jinan xwedî derdikevin. Rejîma Îranê ji bo karibe siyaseta xwe bi ser bixe dîn û şarîetê bikar tîne. wekî tê zanîn Îran hikûmeteke îslamî û dînî ye. Gelên Îranê bi piranî oldar in. Ji ber wê şoreşa îranê zû pêk hat û bi ser ket.”

Nîgîn Wetanî herî dawî anî ziman ku li Îranê gelek bawerî hene û wiha axivî: “Jinên ku baweriyeke wan a manawî hebû, wisa difikirîn ku ev hikûmet bersiva pirs û xwestekên wan bide. Jin di dema serhildanê de bêdeng bûn. Lê piştî şoreşê jinên îranî û neteweyên nava Îranê pê hesiyan ku hikûmeta Îranê şerîatê weke çekekê bikar tîne. Li Îranê olên cuda weke zerdiştî, xiristiyanî û sunî hene. Lê ev bawerî nayên dîtin. Ola serdest û sereke şîî ye.”
Nîgîn têkildarî 8’ê Adarê û newrozê jî anî ziman ku çawa Newroz ji bo kurdan bi wate û pîroz be, 8’ê Adarê jî ji bo jinên kurd pîroz û bi wate ye û wiha got: “Newroz ji bo me hem di aliyê berxwedanê de û hem jî di aliyê çandê de xwedî wateyeke pir mezin e. Wateya azadiyê li ser hatiye barkirin. Li Îranê çalakiyên 8’ê Adarê zehmet in. Lê ji bo 8’ê Adarê jî em bang li hemû jinan dikin ku ji bo mafê xwe bibin yek û ji bo azadiya xwe têbikoşin.”