28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin li Stenbol û Cizîrê meşiyan

Jin li Cizîr, Stenbol, Mexmûr û gelek navendên din di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê de bi şîara “Dem dema azadiya jinan e” daketin kolanan. Jinan di çalakiyan de panel amade kirin, govend gerandin û meşên girseyî li dar xistin.

Cizîr

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi dirûşma “Dem dema azadiya jinê ye” şahî li dar xistin. Di şahiya li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê hat lidarxistin de parlamenter û rêveberên HDP’ê jî di navde bi sedan jin bi kincên xwe yên kurdî amade bûn.

Jinan bi coş û kelecanek mezin û bi dirûşma “Jin, jiyan azadî” berz kirin govend gerandin. Jinan di govendê de alên TJA’yê bilind kirin û lîlandin. Jin piştî bernameyê li dijî bişaftinê meşiyan û daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî kirin.

Valencîa

Li bajarê Valencîa ya Îspanyayê jî bi heman armancê bi pêşengtiya Komîteya Jineolojiyê çalakî hatin lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyê de li ser têkoşîna jinên Kurdistanê û konfederalîzma demokratîk panel hate dayîn. Panel li pirtûkxaneya bi navê La Repartîdorê hate dayin. Di çalakiyê de peyama bi dîmen a Komîteya Jineolojiyê ya Rojava hate temaşekirin. Piştî panelê ji bo ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin, îmze hatin komkirin. Piştî çalakiyan meşek hate lidarxistin û nêzî 50 kes meşiyan. Meş li meydaneke bajêr bi govendê bi dawî bû

Stenbol

Jin ji bo tev li “Hevdîtina Mezin” a jinan ku di pêşengiya Platforma Jinan a 8’ê Adarê de li Kadikoyê bê lidarxisitn bibin meşiyan. Jin dê bi meşê heta qadê biçin  û di serî de dê jinên berxwedêr ên li girtîgehan silav kirin û 8’ê Adara wan pîroz kirin.

Beriya hevdîtinê aktîvîstên TJA û endamên Meclisa Jinan ên HDK û HDP’ê yên Stenbolê bi pankart û dirûşmên xwe li ber avahiya HDP’ê ya Kadikoyê kom bûn. Jin li dora pankarta “Dem dema azadiyê ye” kom bûn meşiyan.  Jinan bi cil û bergên xwe yên neteweyî û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana jinan”, “Denîz Poyraz nemir e” “Garîbe Gezer nemir e” li gel erbane û tilîliyan meşiyan û reng dan kolanan.

Jinên feminîst jî di bin pankarta xwede bi dirûşma “Jinên feminîst aştiyê dixwazin”, “Bijî 8’ê Adarê Bijî piştevaniya jinan” û ” Jin jiyan azadî” ketin qadê.”

Mexmûr

Bi heman armancê li Wargaheha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) jî jin xebatên xwe bê navber didomînin. Bi vê minasebetê endamên Meclisa Jinan a Îştarê bi cil û bergên kurdî li ber deriyê  Saziya Malbatên Şehidan Kom bûn û ji bo vexwînin pîrozbahiya 8’ê Adarê  belavok li jinan belav kirin.  Di çarçaveya çalakiyan de dê sibe jî  li wargehê meşeke girseyî jî bê lidarxistin.