3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yildizhan: Em ê di 8’ê Adarê de bimeşin Îstasyona Amedê

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye. Bi minasebeta vê rojê jin li gelek welat û bajaran çalakiyên cur be cur li dardixin. Bi taybetî jinên kurd wateyeke mezin didin vê rojê. Jinên kurd ji 25’ê Sibatê ve dest bi çalakî û bernameyan kirine. Pîrozbahiyên jinan bi çalakiyên cuda li gelek navendan didomin. Yek ji van çalakiyan jî bi navê Meclîsa Jinên Amedê ya KESK’ê ye. Sekretera Şaxa Sendikaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê Fatma Yildizhan di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de têkildarî xebatên SES’ê ji rojnameya Xwebûnê re axivî.

Fatma Yildizhan bi navê Meclîsa Jinên KESK’ê ya Amedê behsa plansaziyên xwe yên 8’ê Adarê kir û wiha got: “Îsal Navenda Giştî ya KESK’ê gelemperî bal dikşîne ser xizanî û bêkarî yê. Mijara me ya sereke di çerçovaya debarê de ye. Ji ber ku di pêvajoyeke wek a niha ya ku qeyrana aborî bi her awayî kûr bûye de, jin bi her awayî rastî bandoreke neyînî tên. Me wek jînên Meclîsa Jinan a Amedê bi şîara ‘Ji Raperinê Ber Bi Berxwedanê, Ji Berwedanê Ber Bi Azadiyê Ve’ dest bi çalakiyên xwe kir. Çalakiyên me dê bi şîara azadiya jinan, li dijî tundî û qetilkirina jinan, qeyrana aborî û bi taybetî jî di çerçoveya jinên ku ji şer bandor dibîn, li kolanan berdewam dikin. Tê zanîn ku li Tirkiyeyê xizaniya jinan hertim hebû lê di şer de xizanî zêdetir bû.”

Yildizhan anî ziman ku li her derê bi tundiya mêran re rû bi rû dimînin û wiha got: “Çalakiya yekem li Derê Çiyê destpê kir. Ev çalakiyeke hevpar bû û em bi rêxistinên jinan ên li Amedê re hatin gel hevdû me çalakiyên xwe bi tevahî lidar xistin. Tevlîbûna jinan gelek baş bû. Lê em bi tundiya polîsan re rû bi rû man. Tundiya dewletê ya dadgehan û ya polîsan hertim xwe nîşan dide. Polîs hertim bi astengkirinê tundiya xwe nişan dide. Her çiqas ku ew astengî derxin jî em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Roja şemiyê em li kolana hûnerê bûn. Me ji bo tevlîbûna 8’ê Adarê broşur belav kirin.”

Ji ber pankartê lêpirsîn

Meclisa jinan a Amedê dema ku xwestin pankartên xwe vekin ji aliyên polîsan ve li rastî astengiyê hatin û ji Fatma Yildizhan re jî lêpirsîn hat vekirin. Têkildarî vê yekê jî Yildizhan wiha got: “Navenda Giştî ya KESK’ê şîara xwe ya 8’ê Adarê dişînin şaxên herêman. Pankarta me ya îsal jî ‘Ji Raperînê Ber Bi Berxwedanê, Ji Berxwedanê Bêr Bi Azadiyê Ve” bû. Ev pankart li her deverê Tirkiyeyê hat vekirin lê tenê li Amedê hat astengkirin. Piştre ji min re jî lêpirsîn vekirin. Di îfadeyê de ne pankarta me, fikr û ramanên me hatin astengkirin. Çi bikin bila bikin em ê pankarta xwe vekin. Armanca wan me biçewsînin û bitirsînin. Bi van pratîkên xwe nîşan didin ku dixwazin çalakiyên jinan lewaz derbas bibin. Mafê jinan û neheqiya ku li jinan tê kirin em ê hertim bînin ziman.”

Sembola jinên berxwedêr

Fatma Yildizhan di dawiya axaftina xwe de ji bo tevlîbûna 8’ê Adarê bang kir û ev tişt got: “8’ê Adarê sembola jinên berxwedêr e. Hewceye hemû jin li qadan bin. Hişmendiya desthilatdariyê tim dixwaze pêşiyê li jinên têkoşer bigre. 8’ê Adarê li dijî pergala qirêj helwestek e. Ji bo ku em bersiv bidin vê pergalê divê ku em hemû jin 8’ê Adarê li Qada Îstasyonê bin.”