28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan ji Kadikoyê bang kirin: Em azadiyê dixwazin

Di pêşengiya Platforma Jinan a 8’ê Adarê de, bi hezaran jin bi şîyara “Em li dijî xizanî, tundî û çewisandinê têkoşînê mezin dikin û hêza me ya guhertinê heye”, li Qada Îskelê ya Beşîktaşê ku li Kadikoyê ye civîyan û mîtinga “Hevdîtina Mezin a Jinan” li dar xistin.

Nûnerên rêxistinên jinan ên ji tax û navçeyên cuda hatin, li gel dorpêça polîsan û hewaya sar heta qadê meşiyan û mîting li dar xistin. Polîsan di ketina qadê de xwestin pankartên ku wêneyên Garîbe Gezer li ser hene nexin qad û dirûşmên ji bo wê tên berzkirin asteng bikin. Lê jinan ev yek red kirin û bi pankart û dirûşmên xwe ketin qada mîtîngê. Jinan bi dowîz û panakartên ku li qadê vekirin daxwaza berdana girtiyên nexweş û qebûlkirina Peymana Stenbolê û azadiyê anîn ziman.

Bi pankartan daxwazên xwe anîn ziman

Li qadê Tevgera Jinên Azad (TJA) bi pankarta “Dem dema azadiya jinê ye”, Meclisa Jinan a HDK’ê bi pankarta “Em di berxwedanê de ne û em ê biguherin”, Meclisa Jinan a HDP’ê ya Stenbolê bi pankarta “Em ê bi hev re biguherin niha dema jinê ye” û Meclisa Jinên Ciwan a HDK’ê jî bi pankarta “Dem dema vejîna jinên ciwan e” daxwazên xwe anîn ziman.

Jinan piştre li ser navê Platforma Jinan a 8’ê Adarê daxuyanî dan. Metnên daxuyaniyê bi sê zimanan xwendin. Mercan Gul daxuyanî bi kurdî xwend.

Hevdîtina Mezin a Jinan piştî ku bi govendê bi dawî bû, bi hezaran jin li gelek kuçeyên kadikoyê belav bûn û meşiyan. Jinan dirûşmên “Jin jiyan azadî” , “Em dest ji peymana Stenbolê bernadin” berz kirin û belav bûn.