spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêzedersên Kurmancî 18 – Lêker

Lêker;  kirin, tevger, rewş û bûyîna heyberan bi kesan û bi demê ve girê dide û dide zanîn. Lêker bingeha hevokê ye. Di kurdî de lêker; wekî tirkî û farisî her wextî ne li dawiya hevokê ye. Lêker carinan li dawiya hevokê ye, carinan jî di nava hevokê de cih digire.

Mînak:

Ez duh çûm dibistanê.(tevger)

Em her roj dibezin.(tevger)

Evîn destê xwe paqij dike.(kar)

Ew pirtûkê dixwîne.(kar)

Li ber min rûniştiye.(rewş)

Dar mezin bûye.(bûn)

Hinar pir sor bûne.(bûn)

Lêker; ji ber giraniya xwe ya pevgihandina peyvan, beşa sereke ya hevokê ye. Di kurdî de navlêka ‘lêker’ bixwe girîngiya wê li ber çavan radixe. Di nav cûreyên bêjeyan de ya herî girîng û berfireh lêker e. Celadet Bedirxan dema ku ev nav li vê têgehê kiriye, girîngiya wê li ber çavan girtiye.

Lewre peyva lêker ji ‘lêkirin’ê tê. Lêkirin, herwekî xuya ye  wateya ‘avakirin’ê dide. Herçiqas gelek wateyên wê yên din jî hebin, li vê derê di wateya avakirinê de ye. Çawa ku ‘dîwarlêkirin’ tê gotin. Hevok li ser lêkerê tê avakirin, bêyî wê hevok ava nabe. Heke mirov bi awayekî din bibêje, tu hevok bêyî lêkerê naçe  serî. Hevokeke bê lêker, hevokeke nîvçe ye. wekî mînak, dema ku mirov bibêje; ‘ Amed duh ji pirtûkxaneyê pirtûkek kirî.’ Mirov hêmanên vê hevokê yek bi yek jê derîne, heke lêker bi tena serê xwe jî bimîne, hevok dîsa dimîne. Lê heke lêker jê were derxistin, hevok nîvçe dimîne.

Mînak:

Amed duh ji pirtûkxaneyê pirtûkek kirî.

Amed duh pirtûkek kirî.

Amed pirtûkek kirî.

Amed kirî.

Kirî.

Di hevoka dawî de lêker (kirîn) bi serê xwe ma, lê dîsa jî hevok ji hevoktiyê neket. Lewre dema ku mirov dibêje ‘kirî’ di nava wê de kirde û birêsereke veşartî heye. Mirov dizane ku ‘yekî tiştek kiriye.’ Ev yek jî têrî sazkirina hevokekî dike. Lê dema ku di heman hevokê de lêker ango peyva ‘kirî’ bê xistin, li holê hevok namîne. Kî dikare çi ji van peyvên ku li pey hev rêz bûne fam bike; ‘Amed duh ji pirtûkxaneyê pirtûkek…’

NÎŞE:

Dema ku mirov bi awayekî gelemperî bala xwe dide lêkeran hinek taybetmendiyê wê balê dikşînin. Wekî mînak’lêker’ dema ku nehatibin kişandin, wekî navê karan ango wekî ‘rader’ derdikevin pêşberî mirov. Lêker di nav hevokê de bi rêya kêşanê rist û peywira xwe bi cih tînin. Di dema kêşanê de reng û dirûvê lêkerê diguhere. Di dema kêşanê de rayekên lêkerê derdikevin holê û lêker hinek qertafên dem, kes, û raveyan werdigrin. Berî ku em bala xwe bidin peyvsaziya lêkeran em ê hinekî qala van taybetiyên bingehîn bikin.

RADER

Di Kurdî de lêker, di dirûvê raderîn de wekî navdêr derdikevin pêşberî mirov. Lêkera raderîn, lêkera ku nehatiye kişandin e. Lêker, bi dirûvê raderîn navdêr in. Ew jî wekî navdêran ditewin û veqetandekan digirin.

Mînak:

Kirin, gotin, hatin, xwestin, birin, şûştin, kişandin, avêtin û hwd.

Lêkerên raderîn ango navên lêkeran ji aliyê zayendê ve mê ne. Her wekî tê zanîn di Kurdî de zayenda bêjeyan di dema ravek û tewangê de diyar dibe. Dema ku em bi lêkereke raderîn ravekê pêk bînin an jî wê bitewînîn, em ê bibînin ku raderên Kurdî hemû mê ne.

Mînakên Bi Qertafên Veqetandekê

Ez bi dîtina te kêfxweş bûm.

Ew gotina wê li xweşa min neçû.

Ev dîtineke şaş e.

Mînakên Bi Qertafên Tewangê

Ez bi vê gotinê xemgîn bûm.

Bi xwestinê mirov bi ser nakeve.

GERGUHÊZÎ Û NEGERGUHÊZÎ

Her wekî berê jî li ser hatibû rawestandin, di lêkeran de gerguhêzî û negerguhêzî li gorî ‘bireser’ê diyar dibe. Heke lêkerek bi ‘bireser’ be, ew lêker gerguhêz e. Lê heke ‘bireser’a wê nîn be negerguhêz e. Di Kurmancî de gerguhêzî gelekî girîng e, lewre zaravayên kurmancî nîvergatîv e, ji ber vê yekê jî lêkerên gerguhêz û negerguhêz ji hev cûda têne kişandin. Lêkerên gerguhêz di demên bê û niha de li gorî kirdeyê, di demên borî de li gorî birêserê têne kişandin. Ji ber vê yekê di lêkerên gerguhêz de di demên bê û niha de kirde xwerû, bireser tewandî ye. Di demên borî de kirde tewandî, bireser xwerû ye.

Nexwe em ê çawa fam bikin ku kîjan lêker gerguhêz e, kîjan negerguhêz e? Em ê di hevokê de li rewşa lêkerê binêrin. Di hevokê de dema ku mirov ji lêkerekê pirsa ‘çi (ji bo tiştan)’, ‘kî/kê (ji bo kesan)’ bike heke bersiv  wek bireser bê dayîn ew lêker gerguhêz e, heke bersiv dîsa li kirdeyê vegere ew lêker negerguhêz e.

Xwarin

Me şîv xwar.

Pirs: Me çi xwar?

Bersiv: Me şîv xwar.

Ji vê yekê jî diyar dibe ku lêkera xwarin gerguhêz e. Em mînakeke din bidin.

Hatin

Berîvan ji dibistanê hat.

Berîvan çi hat? (bersiv tune)

Berîvan kê hat? (bersiv tune)

Mînak:

Gundî zêvî firot. Gundî çi firot? Gundî zêvî firot.

Me êzing sotin. Me çi sotin? Me êzing sotin.

Me ew bijartin. Me kî bijartin? Me ew bijartin.

Ev lêker giş gerguhêz in, lê dema ku em dibêjin;

Çûk firiya. Çi firiya? Çûk firiya. (bersiv li kirdeyê vegeriyaye, birêser tune ye)

Lehî hat. Çi hat? Lehî hat. (heman tişt)

Kulîlk vebûn. Çi vebûn? Kulîlk vebûn. (heman tişt)