spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka Kurdistanê – Kurd çawa bûn misilman ?

Zêdetirî 100 salên destpêkê bi gelemperî kurdan îslamiyet qebul nekir û li ber xwe dan. Bê guman hêj jî kurdên ku ola îslamiyetê nepejirandine û wekî civak li ser baweriya xwe ne jî hene. Di dîrokê de her tişt tên berovajîkirin. Heta niha her tim geşedanên heyî ji aliyê desthilatan ve hatiye nivîsandin û wan jî li gorî xwe nivîsîne. Baweriyek wiha hatiye avakirin; wekî ku gelê kurd û Kurdistanê bi çar çavan li benda misilman bûyînê bûne û bi şahî û kêfxwşiyan qebûl kiribin. Lê di bingeha xwe de ev newisa ye. Dibe ku hin derdorên di bin bandora îslamiyetê de nexwezin rastiyan bibînin û kes bizanibin. Dibe ku hin kes nexwezin rastî ji tarîtiyê derkevin ronahiyê. Lê belê pêywira me jî ew e ku em hin rastiyan raxin ber çavan. Tehl an jî şêrîn di encamê de kes nikare ji paşeroja xwe birev e, lê belê dikare pêşerojeke serbilind ava bike.

Îslamiyet di destpêka sedsala 7’emîn de derdikeve holê. Tê gotin ku di sala 610’an de Hz. Muhammed xwe wekî qasidê Xudê daye danasîn û hevsera xwe Hz. Hatîce vexwandiye îslamiyetê. Di sala 622’yan de jî dest bi belavkirina îslamiyetê dike. Ji 622’yan heta 632’yan îslamiyetê bi rê ve dibe. Piştî mirina Hz. Muhamed (632’yan) vê carê îslamiyet ji aliyê xelîfeyan ve tê bi rêvebirin. Xelîfeyê yekemîn Hz. Ebu Bekîr e. Di navbera salên 632 û 634’an de xelîfetiyê dike. Ji 634’an heta 644’an Hz Omer dibe xelîfe û îslamiyetê bi rêve dibe. Piştî mirina Hz Omer vê carê Hz. Osman tê ser pêywirê û di navbera salên 644 û 656’an de xalîfetiyê dike. Li ser mirina Hz. Osman vê carê Hz Elî dibe xelîfe. Hz. Elî jî di navbera salên 656 û 661’an de xalîfetiyê dike. Ji 661’an heta 750 Emewiyan, ji 750’î heta 1258’an Ebasiyan û piştre jî Selçûkî û Osmaniyan heta sedsala 19’an xelîfetiyê dikin.

Di sala 633’yan de bi pêşengiya Xalid Bîn Welîd di bin navê seferê de artêşên ereban berê xwe dan axa Mezopotamyayê. Li ser vê erdnîgariyê baweriya gelan ol û felsefeya Zerduştî ye. Di wê serdemê de Mezopotamya di bin serweriya împaratoriya Sasaniyan de bû. Yezdîgirt an jî Yezdîgurd hukumdarê 29’emîn û yê dawî yê Sasaniyan e. Di sala 632’yan de di temenekî gelekî ciwan de tê ser text û heta 651’an hukumdariyê dike. Wê demê; Îran, Iraq, Ezerbeycan, Ermenistan, Afganistan, Pakistan, Qafqasya, Asyaya Navîn,  hinek ji axa Sûriyeyê û heta bakurê Kurdistanê di bin serweriya Împaratoriya Sasaniyan de bû. Dema artêşa îslamiyetê berê xwe dide axa Mezopotamyayê gelên herêmê bi taybetî jî Kurd şerekî mezin pêş dixin. Li gorî çavkaniyan ji 633’yan heta 656 li vê herêmê di navbera Sasaniyan û Ereban de şerekî dijwar qewimiyî.

Her wiha cara yekemîn di bin fermandariya Saad Bîn Vakkas artêşên ereban dikevin Kurdistanê. Gelê kurd hin ji wan li cem Sasaniyan û hin ji wan jî (bi taybetî kurdên ku ji şerê di navbera Sasanî û Bîzansiyan de bêzar bûbûn) li cem ereban cihê xwe girtin. Lê belê bi salan gelên herêmê li dijî serweriya ereban û baweriya îslamiyetê li ber xwe da ye.  Di encamê de îparatoriya Sasaniyan têk diçe û baweriya Zerduştî bi giranî ji aliyê îslamîstan ji holê tê rakirin, li şûna Zerduştî êdî îslamî pêş dikeve. Li qad û bajarên wekî Şehrîzorê ku baweriya Zerduştî lê xurtbû berxwedan pêş ketibû. Li pêşberî vê berxwedanê artêşên ereban dest bi komkujiyan kiribûn. Di sala 639’an de li bakurê Kurdistanê bajarên mîna Cizîr, Nisêbîn, Heskîf, Riha, Farqîn, Amed, Gêl, Xelat û hwd. ji aliyê artêşên ereban ve hatin desteserkirin. Di sala 643’yan de jî Şehrîzor rastî komkujiyeke mezin hat û ket bin serweriya ereban. Piştî têkçûna artêşa Sasaniyan a li pêşberî artêşên erebên îslamî piraniya axa Kurdistanê jî ket bin dagirkeriya ereban. Ne tenê axa Kurdistanê di heman demê de çand, huner, ziman, wêje, bawerî û felsefe jî ji dagirkeriyê para xwe girt û bi giranî hat tunekirin. Hemû berhemên çandî û dîrokî hatin tunekirin û wêrankirin. Lê belê gelê kurd di her kêliyê û firsendê de li dijî mêtingeriya ereban her tim serî radikirin û şer dikirin. Li gorî hin çavkaniyan di nav artêşa Sasaniyan de kesên di eniya pêş de şer dikirin piraniya wan kurd bûne.  Ev yek jî wêrektiya kurdan û nexwestina îslamiyetê radixe ber çavan.

Şervanên kurd li dijî êrîşên erebên misilman berxwedaneke mezin û bêhempa nîşan dane. Ev yek kîn û hêrseke mezin dixe dilê ereban. Ji ber vê berxwedana kurdan, artêşên ereban bi xezebeke mezin bi ser kurdan ve tên û wehşeteke mezin pêş dixin. Di sala 638’an de gelê Kurdistanê li dijî dagirkiriya ereban berxwedaneke mezin pêş xistine û herêmên xwe parastine. Di hemen demê de piştgirî dane dewleta Sasaniyan jî. Di navebera salên 639-644’an de kurd û fariz li herêmên Ahvaz û Fasa li pêşberî ereban bûn yek. Lê belê artêşên ereban bi komkujiyên mezin ev serhildan tepisand. Li gorî hin çavkaniyan, di dema tepisandina berxwedana li Kurdistanê de talan û texrîbatên mezin hatine kirin. Gelê Kurdistanê ji ber tundî û zextanan neçar dimînîne koçî deverên din jî bikin. Di wan salan de Xelîfe Omer artêşeke mezin dixi bin fermana Kaysê kurê Seleme û dişîne herêma Kurdisanê. Tê gotin ku ev artêşa eraban li Kurdistanê komkujiyên mezin pêk anî ye. Di sala 638’an de Ebû Mûsa El Eşarî wekî Walî li Basrayê tînin ser pêywirê. Dema Eşarî walî ye, gelê Kuristanê li Ahvaz û derdora wê li dijî wî du caran serî hildide.    Van serhildanan jî bi awayekî tê tepisandin. Her tim ji ber neqebûlkirina îslamiyetê gelê kurd di komkujiyan re derbas bûne. Bi salan ev wiha berdewam kiriye. Di dawiya salên 650’ê de êdî di nav ereban de jî şerê desthilatiya îslamiyetê pêş dikeve. Muaviye bi dek û dolaban Hz. Elî ji xelîfetiyê tîne xwarê û êdî ew dibe xelîfe. Di sala 661’an de serweriya emewiyan dest pê dike. Emewî paytexta xelîfetiyê ji Kûfeyê tîne Şamê. Bi dehan salan Emewiyan gelek dever xistin bin kontrola xwe. Lê hêj jî li Kurdistanê li dijî Emewiyan berxwedanek hebû. Gelê kurd hem dev ji baweriya xwe bernedidan, him jî serwerî û mêtingeriya emewiyan qebûl nedikir. Ji ber van sedeman komkujiyên mezin rûdidan.

Piştî ku ev serhildan bi komkujiyan hatin tepisandin, di sala 685-705’an de dema ku Ebdulmelîkê kurê Merwan xalîfe ye di navbera Hesenê kurê Aşas û Heccacê kurê Walî Yusuf de şer derdikeve. Ji ber ku Heccac kesekî gelekî zalim û xedar e jê re dibêjin Heccaê Zalim. Di vî şerî de gelê kurd li rex Hesen cih digire. Ji ber vê helwest û alîgiriyê jî kurd rastî komkujiyên Heccac hatin. Belê sal derbas dibûn lê tiştin heman diman. Yek jê neqebûlkirina kurdan a ola îslamî û serweriya ereban bû, ya din jî her tim li dijî vê berxwedana kurdan êrîş û komkujiyên li ser kurdan pêk dahatin bû. Di sala 724’an de Cerrahê kurê Ebdullah diçe herêma Wanê. Li wê derê dibihîze ku kurdên li bajarê Benderê amadekariya êrîşeke dikin. Cerrah jî li wê herêmê bi artêşa xwe êrîşê dibe ser hêzên kurd û herêmê dixe bin serweriya xwe. Yek bi yek bajar û navçeyên li herêmê dagir dike. Talan dike, hildiweşîn e, dişewitîne û qirkirinêkê pêş dixe. Kurdên ku di wê serdemê de di bin serweriya Dewleta Sasaniyan de bû, bi hatina artêşên ereban êdî hêdî hêdî diketin bin serdestiya îslamiyetê. Di sala 730’î de Cerrahê kurdê Ebdullah artêşeke mezin berhev dike û êrîşê dibe ser kesên li dijî mêtingeriya îslamiyetê serî rakirin e. Li herêmên Medya kurdên li ber xwe didan bi awayekî tepisand. Di heman demê li gel êrîşên artêşên ereban, Xazariyan jî (yanî Tirkên ji asyayê dihatin) êrîş dianîn ser gelê Kurdistanê û li herêmên ku êrîş dikirin hilweşîneke mezin pêş dixistin.  Li dijî  van zext û êrîşên ereban di sala 745’an de bi pêşengiya Misafirê Bilekanî li bakurê Kurdistanê gel careke din serî hildide. Misafir bi ser bajarê Bilekanê ve digire û dixe bin kontrola xwe. Li ser vê yekê Xelîfeyê 3’yemîn Merwan bi artêşeke mezin a di bin fermana Abdulmelîkê kurê Muslum de dişîne ser Misafir. Ev artêşa ereba ya îslamî û artêşa Misafir şerekî dijwar ê sîng bi sîng dikin. Di vî şerê dijwar de Abdulmelîk tê kuştin û artêşa wî têkçûyîneke mezin dijî.  Ev herêm heta dema Ebû Muslimê Xorasanî di bin serweriya Misafir de dimîn e.

Di vê serdema Emeviyan de zilm, tundî û zextên gelek dijwar li ser civakê dihat kirin. Bi taybetî jî kurdan para xwe ji van êrîşan digirt. Ji neçarî kurdên ku îslamiyet qebûl kiribûn jî hebûn û roj bi roj ev hejmar zêde dibû.  Lê ev jî rastiyeke; qebûlkirina îslamiyetê bi giranî ji bo parastina can û malên xwe bû.