28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bajarekî me yê li peravên Derya Spî: Îotape

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Çerxa felekê tiştekî xerîbe. Tu kesek negihaştiye raza vê gerdûnê û derhoze/mucîze yên wê. Her ku meriv çavên xwe li berbangeke nû vedike, tiştekî nû, wekî nişkegavî/suprîz derdikeve pêşberî meriv. Ev nepeniya şîrînok, jiyanê li ber dilê meriv dike mîna lîstikeke zarokane. Xwezî bi dilê wî/ê ku bizanibe ji xwe re bi vê lîstikê bilîze! Heta meriv bigihêje dawiya jiyana xwe jî, meriv ji xwe re miqîm pê dilîze.

Ji sala 2019’an bigre heta sala 2021’ê ez li gelek deverên dîrokî geriyam û ji bo prodoksiyona Pel Filmê, me bernameya Dîroka Veşartî dirust dikir. Ji Girêmiraza bigre heta Qerexan Tepe, Xirbetilsuxan, Kotêberçem(çayonu), Girê kortik, Çemê Xalan, Şkeftên Hesûna, Heskîf(berî binav bibe), Şkefta Hezarmêrd(li Silêmaniyê), wargeh û kelatên Gotî, Hûrrî/Xûrrî, Mîttanî, Hattî/Hitît, Xaltî/Ûrartû, Med, Komagenê. Her wiha kelehên mîregên kurdan wekî keleha Xweşavê, Birca Belek, qesra Îshaq Paşa û cih û warên êzdî yên Xaltayî û gelek deverên din.

Ev cih û warên ez lêgeriyam, bê îstîsna her yek ji wan ez bi awayekî matmayî hiştim. Agahiyên di der barê van deveran de, tev ji kurdan hatine veşartin. Ev deverên li jor min ew destnîşan kirine, tev yên kal û pîrên me ne. Lê her wekî em tine bin, wanî derbasî Ansîklopedî û Wîkîpedya yê kirine. Gelek kevalên ku yekser qala pêşiyên me kirinin jî, ew şikandine û tinekirine. An jî avêtine dawiya depoyên kevnarxane/muzexane yên xwe û ji keritandina mişkan re hiştîne. Digel ev çend paşwendî/dezavantaj jî, dîsa jî bi sebreke dewrêşane û bi vekolandineke hûr û kûr em ketin pey şopa dîroka pêşiyên xwe ya veşartî û wenda. Di nava vê lêgerînê de, ez li gelek nişkegaviyan/suprîzan jî rast hatim. Yek ji van suprîzan jî, kifşkirina bajarê dêrîn yê Îotapê’yê bû.

Di rastiya xwe de ev serê sê salan e ku ez bi vî bajarê keyayê Komagenê, Antîakos ê 4’em hesiyabûm. Lê min gotibû heta ez dikûmentera wê dirust nekim, ez ê ti kesî pê nehsînim. Lewra hin şowmenên medyaya me ya başûrî henin, diçin xebata meriv a ku bi kedeke mezin hatiye holê, li xwe dikin mal. Ev hevpîşeyên me yên hanê, ew çend kosre bûne, rûyê wan ji çermê şekalan jî sturtir in. Keda meriv bi rêbaza “copy paste” ango jiber bigre û pêve bike, dibin li xwe dikin mal. Tew hela yekî qambihust ji wan heye, cênîka min jê diêşe. Herçî ez jêre dibêjim qambuhust, lê camêr ji bo hinekî bejna xwe rimane dirêj bike, porê xwe mîna yê serokê Qoreya Bakûr Kim Jong-un diqusîne û wanî temeriya xwe gij dike, lê dîsa jî ev keftelefta wî têra bejenke lewnd nake.

Ji ber vê yekê, min gotibû heta ez dikûmentera vî kevnebajarê pêşiyên me yê li peravê Derya Spî dirust nekim, ez ê qet qalê nekim. Lê mixabîn prodoksiyona em pêre dixebitîn, xwe ne livand û ev mexseda min nehat cî. Axir, xwedê kir rojnameya Xwebûnê heye û vaye em cara pêşîn ji xwendevanên Xwebûnê re, hebûna kevnebajarê Îotapê pêşkêş dikin.

Belê tu, hooo xwînerê ezîz! Qurteke din dirrîskî çaya xwe bibe (heke şerab be, dê çêtir be) û guhê xwe li vê mizgîniyê pêl bike. Kerem bike.

Bi pêhesandina min Îotape

Ev serê bist sala ye ez li navçeya Alanya ya Antalya bi cih bûme. Wextekê ji me re li hev hat, bextê me lêxist û me erseyek di navbera Alanya û Gazîpaşa de kirrîbû.

Girekî bi daristana qajê di navbera ersê û deryayê de ye. Gava meriv derdikeve li serê gir û rêka xwe berdide li ser deryayê, meriv li hinek kavilên dîrokî rast tê. Li bilindahiya girekî, li keviyê deryayê jî, keleheke hilweşandî ji meriv ve dixuyê. Her ku meriv nêzîk dibe, meriv li avahiyên wekî din jî rast tê. Bi her awayî tê famkirin ku ev xerab-bajarekî dêrîn e. Her wiha kendavikek vî bajarê dîrokî jî heye ku havînan serlêderên vî bajarê dîrokî ji xwe re pê xenê dibin.

Ji ber ku ev der xala deryayê ya herî nêzîkî me ye, em jî her havîn dihatin diketin ava kendavika vî xerab-bajarê dêrîn. Her cara ez dihatim, ez li nava kavilên bajêr yê bê xwedî û wêran digeriyam û hema hey dibû niçeniça min. Min xwe bi xwe di ber xwe de dikir pilepil û min ji rayedarên li vê mîrateya milkê mirovahiyê yê hevpar xwedî dernediketin re, gotinên “şehane foqiladet” digotin.

Rojekê ez û çend heb hevalên rêber (rehberên turistan digerin) em li hev rûniştibûn. Di nava galegalan de qala xerab-bajarê Îotapê bû. Yekî ji wan got “min lêkolînerekî îngilîz li Îotapê gerrand. Wî ji min re got ev bajarê hanê ji hêla Keya Antîakosê 4’em yê Komageneyî ve hatiye avakirin”

Gava ez bi vê yekê hesiyam, mîna ez di bîreke bê binî werbibim, girgincik û girrûziyeke xerîb xwe li cesedê canê min rapêça. Ev çawa çêdibe gidî! Ti der nema ez li dû şopa pêşiyên me negeriyabim, lê ev xerab-bajarê ku ez her wext lê digerim û di kendavika wê de soberî dikim, ew kevnebajarekî pêşiyên me yê Komageneyî be û tew haya min jê çênebûbe!

Di nigê nig de, min serî li çend çavkaniyan da. Min lê nerî ev yek rast e. Lê yê di guhê gê de, hay ji tiştekî tine ez î bi xwe me.

Îotapê

Min berê jî di der heqa şaristaniya Komagenê, bi sernivîsa “Welatê Antîakosê zîrek; Komagene” wekî şeş beş di vî rûpelî de weşandibû. Lê diyar e ku min karê xwe kêm hiştiye. Meriv çiqas wesfê vê şaristaniya hanê bide, dîsa jî hindik e. Lewra ne tiştekî hêsan e ku dewletek mîna Komagenê di navbera împeretoriya Partan û Romayê de were avakirin û li derdora 235 salan hebûna xwe biefidîne. Di ser de jî Keya Antîakosê 1’em, hemû xwedawendên cîhana rojhilat û yên rojava tînin ser çiyayê Nemrûdê li hev dihewînin û welatê xwe dike navenda ayînî ya cîhana hingê.

Di wê demê de ev rewşa xweşguzarî û xweşbînî ya Komagenê, bala hukumdarê navdar, Pompeyê Romayî dadigerine li ser xwe û Pompey, dahatiya bajarê Zeûgmayê dibexşîne Keya Antîakosê 1’em.

Diyar e ku ev kevneşopiya hevalbendiya Roma û Komagenê bi dehan salan wanî dajo. Lewra piştî sê bavikê din, ango di serdema Antîakosê 4’em de, Împeretorê Romayê Caligula (P.Z 37 – 41) rêvebiriya welatê Kîlîkya, herêma bi navê Aspera dide bin desthilatdariya Keya Antîakosê 4’em da ku ew Kîlîkyayiyên keleş û qorsanên hurrum, mituh bike.

Sînorê herêma Aspera ya welatê Kîlîkya, Ermeneka navçeya Konyayê, rojhilatê navçeya Alanya û tevahiya navçeya Gazîpaşa (ev herdu navçe yên Antalya ne) û navçeya Anamûra Mêrsînê dihundurîne.

Pîştî ev herêm dikeve bin nîrê desthiatdariya Keya Antîakos ê 4’em, P.Z di navbera salên 38 – 52’an de bajarekî li ser navê jina xwe keybanû Julîa Îotape nezir dike û ava dike. Ev bajar li ser girekî li keviya Derya Spî ye. Piştî avakirina bajêr, navê keybanû ya jina xwe, Îotapê / İotape li bajêr dike. Kevnebajarê Îotapê 10 km. dikeve rojavayê navçeya Gazîpaşa, 30 km. jî dikeve rojhilatê Alanya.

Bajarê Îotapê, di serdema xwe de dibe navendeke bazarganiya li ser deryayê. Li bajêr, bi awayekî berbelav zeyt hatiye hilberandin.

Li gor çavkaniyên dîrokî, serpêhatiya Keya Antîakosê 4’em û wurşedariya Îotapê, heta P.Z sala 72’an tê hilajotin/domandin. Jixwe piştî vê dîrokê, şaristaniya Komagenê jî, mîna çirayeke bê çeper ku ji du aliyan ve ba lê rabe, ji nişkan ve ditefe. Lewra ji aliyekî ve kiryarên Partên/Persên dagirker yên cixirîner, ji hêla din ve jî pêşketina milam û mexsedên Împeretoriya Romayê, nehiştin çira şaristaniya Komagenê ya delal, pêxistî bimîne û P.Z di sala 72’an de, Împertorê Romayî Titus Flavius Vespasianus, navê xwe yê eyan Tîtûs, desthilatdariya Keya Antîakosê 4’em ya li ser Komagenê û Kîlîkyayê hildiweşîne û dixîne bin nîrê wilayeta Sûriyeyê. Gelekî balkêş bû ku heta hingê jî, Keyaniya Komagenê – Kîlîkya, tekana dewleta serbixwe ya di nava sînorên Împeretoriya Romayê de bû.

Gava textê Keya Antîakosê 4’em tê wergerandin û dawî li serxwebûna keyaniya Komagenê – Kîlîkyayê tê, herdu kurên Keya Antîakos, mîrze Epiphanes û mîrze Callinicus li berxwe didin, lê hêza wan têrê nakin ku çerxa felekê ber bi paş ve bizîvirîne.

Piştî du hezar sal, hema hema dîsa kurdan rewşeke mîna rewşa Komagenê bi dest xistine. Lê nola Seydayê Tîrêj dibêje “li çar hawir dor me, çeqel gur û keftar dikin zûrr e zûrr” Lema jî divê serok, serdar û serkêşên kurdan şaşik, kum û kolozên xwe dînin li ber xwe û şîreta xwe ji hilweşandina Keyaniya Komagenê û wegarandina textê Antîakosê 4’em hilînin. Hetta mumkun be, bila vê nivîsê li dîwarê li hember textê xwe yê hikumdariyê hilawişîne, miqîm bixwînin û ji xwe re xitim bikin.

Belê, Ji wî bajarê wurşedar yê Îotapê, tenê hemama wê maye li ser lingan. Digel ku gelek qaîdeyên peykeran tê dîtin jî, lê peyker û berhemên din yên bajarê dêrîn, wanê nîrxdar, ji ber xezeba talana dizên berhemên dîrokî nefilitîne.

Niha ev Kevnebajarê kurdên cîhana dêrîn, bêxwedî û wêran e; kund li ser kavilên wê dixwînin. Her cara kêsa me lê tê, ez û karxezala xwe Bêrîtan em diçin li nava kevnebajarê bapîrê xwe Antîakos û pîra xwe Îotapê digerin. Em xweziya xwe bi wan rojan tînin û em giyana kal û pîrên xwe vedijînin. Her wiha em xwe di nava ava kendavika Îotapê ya nola hêsirên çavan zelal de, hênik dikin.

Niha keya Antakosê 5’em, li gel keça xwe Bêrîtanê, li pêşberî kevnebajarê Îotapê, çepil û qolaçan davêjin ava Derya Spî.