spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sancar: HDP hêza çareseriyê ye

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin civîna Meclisa Partiyê (PM) ya yekemîn li avahiya navenda giştî ya Enqereyê pêk anî. Di civînê de dê endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) û bernameyên pêşerojê werin diyarkirin.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar di civînê de axivî û da zanîn ku kongreya xwe bi coşeke mezin li dar xistine û ev tişt anî ziman: “Bi hêza ku me ji kongereyê girt em ê rêya xwe hêj xurttir bidomînin. Dirûşma me zelal e û em hêza çareseriyê ya vî welatî ne. Çareserî em in. Li welêt krîzên piralî hene û ev krîz di dîroka vî welatî de krîza herî giran e. Li dijî van qeyranan helbet derfetên çareseriyê jî hene. Lê belê hewcehî bi hêzeke siyasî heye ku bikare van derfetan di asta herî baş de bi kar bîne. Lewre divê bikarin bernameyeke çareseriyê ya alternatîf a hevgirtî bi pêş bixin. HDP bi angaşta çareserkirina van krîzên piralî rêya xwe didomîne. Peywira herî girîng a kongreyê li ser me bar kiriye ev rewş e.”

‘Çareseriyên rasteqîn pêşniyar dikin’

Sancar, bi lêv kir ku bi êrîşên piralî re rû bi rû dimînin û wiha berdewam kir: “ Li dijî HDP’ê pêvajoya tasfiyekirinê bênavber didome. Lê tevî van planên qirêj me pêvajoya tasfiyekirinê têk bir. Her roja ku diçe em hêj zêdetir mezin dibin û rêya xwe didomînin. Em serfiraziya vê rastiyê dijîn. Partiya me ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareseriyê bi pêş dixe. Partiya me, çareseriyên rasteqîn pêşniyar dike. Ji bo pêşniyarkirina çareseriyên rast hewcehî bi lihevkirinek jidil heye. Heta ev nebe, ne pêkane ku çareseriyên mayînde bên dîtin. Partiya me xwedî rêxistiniyeke xurt e û piştgiriya xwe ji gel digire. Li dijî hemû êrîşan me bi serfirazî li ber xwe da.”

 ‘Em xwedî bernameya çareseriyê ne’

Di berdewama axaftina xwe de Sancar, destnîşan kir ku HDP ji bo pêvajoya nû dê berxwedan û hêza xwe ya avaker berfirehtir bike û ev tişt got: “Bi doza kûmpasê ya Kobanê, bi êrîşên cur bi cur û  nemerdane yên weke qetilkirina hevala me Denîz Poyraz ku dê danişîna doza wê sibê were dîtin, nekarîn berê me ji vê rêyê vegerînin. Hem bi bernameya xwe ya siyasî hem jî bi piştgiriya mezin a gel re em hêza diyarker a çareseriya pirsgirêkên vî welatî ne. 6 mehên pêşiya me girîng in û dê gelek tişt êdî zelal bibin. Em neçar in ku xwe ji bo vê pêvajoyê baş amade bikin. Berpirsyariyeke wiha ya dîrokî li ser milên we hevalên ji bo PM’ê hatine hilbijartin heye. Çareserî em in û em xwedî bernameya çareseriyê ne. Me gelek caran anî ziman ku tu eleqeya hêza diyarker bi hejmar an jî rêjeya dengan re eleqedar nîne. Erê, rast e hejmar girîng e ji ber ku heke tevî ewqas dorpêç û êrîşan jî gel hêj jî piştgiriyê bide me, ev nîşaneya wê ye ku rêya me rêyeke rast e.”

Hişyarî da mûxalefetê

Sancar, bal kişand ser planên destihilatiya AKP-MHP’ê û wiha got: “Serdema pêşiya me wisa nîşan dide ku desthilatî ji ber tirsa windakirinê û ji ber panîka ku dijîn dê serî li senaryoyên cihêreng ên xeternak bidin. Ji aliyekî ve senaryoyên şer tên amadekirin û ji aliyê din de dixwazin van planan derbasî qonaxa plansaziyê bikin. Êrîşa dagirkeriyê ya li ser Sûriyeyê, bi taybetî jî li dijî Rojavayê xistine rojeva xwe de. Lê ne tenê bi vê rewşê, bi her awayî dixwazin hemû destkeftiyên kurdan di her qadê binpê bikin. Bi van planan dixwazin gel bitirsînin û vîna gel dîl bigirin. Li dijî planên şer ên li her qadê divê em tifaqa demokrasiyê weke tifaqa aştiyê ava bikin. Tişta herî girîng û ya ku van planên kaosê pûç bike berfirehkirina têkoşîna demokrasiyê ye. Bi vê wesîleyê em hemû hêzên sosyal demokrat û muxalefetê hişyar dikin: Divê em li dijî planên şer û senaryoyên kaosê hişyar bin. Werin em îradeya hevpar bi hev re nîşan bidin.”

Piştî axaftina Sancar, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.