2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bajarên ku hevserok û hevberdevk lê bûne namzet diyar bûn

Bajarên ku hevberdevkên Partiya Çepên Kesk û HDK’ê û hevserokên KCD, DBP û HDP’ê weke namzet lê hatine nîşandan diyar bûn.

Lîsteya namzetên parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a hilbijartinên 14’ê Gulanê eşkere bû. Bajarên ku hevserokên pêkhateyên Partiya Çepên Kesk û hevberdevkên wê lê weke namzet hatine nîşandan diyar bûn.

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun li Stenbolê; Hevberdevk Îbrahîm Akin jî li Îzmîrê weke namzet hate nîşandan.

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek li Stenbolê weke namzet hate nîşandan.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk li Amedê di rêza ewil de weke namzet hate nîşandan.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz li Mêrdînê, Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir jî li bajarê xwe Êlihê weke namzet hate nîşandan.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li Wanê di rêza ewil de û Hevserokê Giştî Mîthat Sancar jî li Rihayê weke namzet hate nîşandan.

Hat zanîn ku Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr nekarî mafên xwe yên qedexeyê wergire lewma weke namzet nehate nîşandan.

Ozgur Paksoy /MA