2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Soylu jê re digot ‘PKK’î ye’ gundî û bavê 8 zarokan e

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû îdia kiribû ku 2 endamên “PKK’ê” hatine kuştin. Lê derket holê ku yek ji kesên hatine kuştin Lokman Gorgun e ku bavê 8 zarokan e.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû şevê din li ser hesabê xwe ya medyaya civakî îdia kir ku li herêma Omeriya ya Mêrdînê 2 endamên HPG’ê hatine kuştin. Derket holê ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane yek jê endamê HPG’ê Mûsa Kahraman (Çiyager) û yê din jî xalê Kahraman ê 53 salî Lokman Gorgun e.  Hat zanîn ku Gorgun bavê 8 zarokan e û li gund debara xwe bi karê sewalkariyê dike.

Cenazeyên Kahraman û Gorgûn anîn morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. Malbat, ji bo wergirtina cenazeyan li pêşiya morgê disekinin. Malbatan da zanîn ku tu pevçûn derneketine û gumana wan heye ku Kahraman û Gorgun hatibin înfazkirin.