5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Namzetên tifaq û pêkhateyan ên di lîsteya Partiya Çepên Kesk de

Navên namzetên Tifaqa Ked û Azadiyê, Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd û partiyên pêkhateyan ên di lîsteya Partiya Çepên a Kesk de bên nîşandan diyar bûn.

Navê namzetên ku di lîsteya Partiya Çepên Kesk de ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê bên nîşandan diyar bûnn. Lîsteya ku di encama xebatên Komîsyona Mutabakatê ya Namzetan de diyar bû, ji bo erêkirinê pêşkêşî Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin hatin kirin.

Navê kesên ku ji Partiya Tevgera Kedê (EHP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Partiya Kedê (EMEP) ku di Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin û di lîsteya Partiya Çepên Kesk de bên nîşandan, diyar bûn. Her wiha navê kesên ku ji Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd û partiyên pêkhateyan ên di lîsteya Partiya Çepên Kesk de bên nîşandan jî diyar bûn.

Tifaqa Ked û Azadiyê

Hevserokê EHP’ê Hakan Ozturk, ji SMF’ê Cemîl Gonguren û Endama Lijneya Berdevkan a TOP’ê Perîhan Koca li Stenbolê; ji EMEP’ê Îskender Bayhan li Stenbolê û Sevda Karaca Demîr jî ki li Dîlokê hat nîşandan.

Namzetên pêkhateyan

Pêkhateyên Partiya Çepên Kesk; ji Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Çîçek Otlû li Stenbolê, Partiya Jinûve Rizgariyê ya Sosyalîst (SYKP) Tulay Hatîmogûllari li Edenê; ji Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk li Îzmîrê; Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçû jî li Stenbolê hat nîşandan.

Namzetên Tifaqa Kurd

Namzetên Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd jî wiha ne; Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek li Wanê; Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç jî li Amedê hat nîşandan.

Ozgur Paksoy / MA