3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gel û bawerî di lîsteya Partiya Çepên Kesk de ne

Gelek şexsiyetên di nava gel û baweriyan de xwedî cihekî girîng di nava lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk de cih girtin.

Partiya Çepên Kesk di lîsteya namzetên parlamenteriyê de cih da gelek kesên ji gel û baweriyên cuda. Ji elewiyan Serokê Weqfa Dergeha Garîp Dedeyê Celal Firat û ji civata êzidiyan jî Azad Bariş li Amedê; ji suryanan George Aslan li Mêrdînê; ji çerkesan jî Metîn Kiliç li Enqereyê weke namzet hatin nîşandan.

Şexsiyetên girîng

Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, rojnameger Hasan Cemal, akademîsyen Onur Hamzaoglû, hunermend Kerem Firtina, Ozgul Sakî, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan li Stenbolê; Serokê Baroya Amedê yê berê parêzer Mehmet Emîn Aktar li Amedê; rojnameger û nivîskar Cengîz Çandar û akademîsyen Sevîlay Çelenk Ozen jî li Amedê weke namzet hatin nîşandan.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Uysal û rojnameger Ayşegul Dogan jî li Şirnexê weke namzet hatin nîşandan.

Navên HDP’î

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç li Antalyayê, parlamenter Omer Faruk Gergerlîoglû li Kocaeliyê; Sezaî Temellî li Mûşê weke namzet hate nîşandan. Her wiha Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan dîsa li Rihayê weke namzet hate nîşandan. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê Tuncer Bakirhan li Sêrtê, Nûrten Ertûgrûl li êlihê, Alî Kenanoglû li Semsûrê, siyasetmedarê kurd Sirri Sakik li Agiriyê, endamê MYK’a HDP’ê Samet Menguç jî li Amedê weke namzet hate nîşandan..

Ferît Şenyaşar l Rihaytê bû namzet

Her wiha Ferît Şenyaşar ku ji bav û du birayên wî ji hêla xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û 748 roj in Nobeta Edaletê digire jî li rihayê weke namzet hate nîşandan.

Ozgur Paksoy / MA