3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Cizîrê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin

Li Cizîrê 74’emîn rojbûna Abdullah Ocalan bi daçikandina daran, bi goven û coş  hate pîrozkirin.

Li Taxa Mûsiriyê ya navçeya Cizîr a Şirnexê bi pêşengtiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP), 74’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên navçeya Cizîrê, aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê tev li pîrozbahiyê bûn. Di çarçoveya pîrozbahiyê de dar hatin çandin.

Di dema çandina daran de jinan hêvî kirin ku ev dar bibin wesîleya azadiya Ocalan û aştiyeke mayînde. Piştî çandina daran, jinan bi hevre strana “Pîroz be li te” gotin û govend gerandin.

Li aliyê din Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê bi mebesta balê bikişîne ser talankirina xwezayê, li Baxçeyê Ekolojiyê yê Mezopotamyayê yê li herêma Warê Mergê şitil danîn. Beriya danîna şitilan, daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî talankirina xwezayê şitil tên danîn.