17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiya Çepên Kesk ji bo çend bajaran namzetên stratejîk nîşan da

Partiya Çepên Kesk di çarçoveya stratejiya hîn bêhtir qezenc bike de hinek nav li bajarên krîtîk weke namzet nîşan dan.

Partiya Çepên Kesk lîsteya hilbijartina giştî ya 14’ê Gulanê eşkere kir. Lîste, di encama xebatên Komîsyona Mutabaqata Namzetan de hate temamkirin û ji Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin re hatin pêşkeşkirin.

Navên ku partiyên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin, Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd û pêkhateyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşniyar kiribûn jî di lîsteya namzetên parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk de cih girtin.

Di lîsteya Partiya Çepên Kesk de gelek şexsiyetên ji bo gel û baweriyên cuda xwedî cihekî girîng jî girtin. Her wiha di lîsteyê de cih ji gelek rewşenbîr, nivîskar û şexsiyetên girîng re jî hate veqetandin.

Stratejiya hîn bêtir qezenc bike

Partiya Çepên Kesk di çarçoveya stratejiya hîn bêhtir qezenc bike de navên girîng ên HDP’ê li bajarên weke Aydin, Bursa, Tekîrdag, Semsûr, Erzirom, Manîsa û hwd. weke namzet nîşan da. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş li Erziromê, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Aydinê, parlamenter Alî Kenanoglû li Semsûrê û parlamenter Habîp Eksîk jî li Manîsayê weke namzet hate nîşandan.

Ozgur Paksoy / MA