3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bakirhan: Divê êdî Tirkiyeyeke nû bê avakirin

Namzetê parlamenteriyê yê Sêrtê Tûncer Bakirhan ê ji Partiya Çepên Kesk bang li her kesî kir ku di 14'ê Gulanê de dengê xwe bi kar bînin û got, "Bi rastî jî dem hatiye ku Tirkiyeyeke nû bê avakirin."

Bakirhan ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku pirsgirêka sereke ya xelkê Sêrtê pirsgirêka azadî û demokrasiyê ye û got, “Em ê li gel xelkê Sêrtê bi têkoşînê, bi berxwedanê vê pirsgirêkê çareser bikin. Ji ber ku Sêrt di vê mijarê de xwedî tecrûbe û danheviyeke gelekî girîng e.”

Bakirhan anî ziman ku kêm mirovên ji Sêrtê nehatine darizandin û nehatine girtin û wiha dewam kir, “Li vê derê girtîgeh timî tijî dibe. Demekê li vir li ser hev sê caran kongre hate lidarxistin. Her sê rêveberî jî li girtîgehê ne. Bê guman rewşa li bajarên me yên din jî bi heman rengî ye lê belê li ser vê derê bi taybetî dixebitin.”

Bakirhan diyar kir ku li Sêrtê bêkarî yek ji pirsgirêkên herî girîng e û got, “Ev yek jî bi zanebûn tê kirin. Ji bo kurd ji warê xwe koç bikin, biçin metropolan, li wir ji nasnameya, xweza û bajarê xwe dûr bikevin, tiştek nemaye ku sîstem nake. Her tiştî dike. Naxwe eger li vê derê sîstemeke aboriyê ya ku xwe dispêre hilberînê bê avakirin, tu berhem nîn e ku li vir şîn nebe. Nifûseke mezin a ciwanan heye, li vir hilberîn dikare bê teşwîqkirin. Ti ji van nayê kirin. Dewletê kurdên li vê derê bi qedera xwe re rû bi rû hiştine.”

Bakirhan destnîşan kir ku li gel vê yekê jî xelkê Sêrtê ji xak, xwezaya xwe qut nebûye û got, “Sêrt daxwaza azadiyê dike.”

Bakirhan bang li her kesî kir ku di 14’ê Gulanê de dengê xwe bidin û got, “Bi rastî jî êdî divê Tirkiyeyeke nû bê avakirin. Di sedsala destpêkê de gelek komên etnîkî, bawerî, kedkar hatin mexdûrkirin, tune hatin hesibandin. Di sedsala duyemîn de ji bo Tirkiyeyeke wekhev a ku kurd, elewî, baweriyên cuda di nav de hene, ji bo ciwan neyên girtin, ji bo xwendinê, ji bo kar û xwarinê, ji bo sîstemeke ku jin lê nayên qebilkirin, xwedî Peymana Stenbolê û mafên jinan, divê hilbijêr dengê xwe bidin.

Ji bo sîstemeke ku cihêkariyê ji holê radike, divê mirov dengê xwe bi kar bîne.

Ji bo welatîbûna wekhev divê biçin dengdanê.

Ji bo Tirkiyeyeke bedew, siberojeke bedew, ji bo zarokên xwe, ji bo Tirkiyeyeke demokratîk ji bilî dengdanê rıyeke cuda nîn e.

Ez di wê baweriyê de me ku xwişk û birayên me yên ji Sêrtê, jin û ciwan wê bi vê têgihiştinê dengê xwe bi kar bînin, xwedî li dengê xwe derkevin, encamê werbigire. Bi riya we serketinê ji xelkê Sêrtê, li gelên Tirkiyeyê hemûyan re dixwazim.”