spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sebahat Tuncel: 14’ê Gulanê ne dawî ye, destpêkek nû ye

Siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel a ku niha dîlgirtî ye, têkildarî girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê wiha got: "14’ê Gulanê ne dawî ye, destpêkek nû ye.”

Siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel a ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê dîlgirtî ye, têkildarî girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê ji ANF’ê re axivî.

Sebahat, diyar kir ku 14’ê Gulanê ji bo diyarkirina pêşeroja siyasî, civakî, aborî û çandî gelek gîrîng e û anî ziman ku di demokrasiyê sindoq tenê têrê nake, divê gelek tedbîrên din jî werin girtin.

Sebahatê got ku desthilatdarî naxwaze rant, hêz û dewlemendiya ku bi dest xistine berdin û wiha pêde çû: “20 sal in AKP bi desthilatdarî û hêza xwe ve qirêj bûye; bûye navenda krîz, pirsgirêk û neçareseriyan. Amûra propagandayê ya ku tenê maye di dest de jî derew in. Ji bo ku em ji bêedaletiya li her qada jiyanê re bêjin, bes e; ji bo civakek wekhev, adil û demokratîk em 14’ê Gulanê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”

Sebahat Tuncel di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em ji bîr nekin ku desthilatdarî wê pêşeroja Tirkiyeyê diyar neke, weke welatî em ê diyar bikin. Ji bo desthilatdaran tişta xeter ne fikir e, fikirîn bi xwe ye. Ji ber ku dema mirovan dest bi fikirîn û lêpirsînê kir, wê bibînin ku jiyana heyî ne bi nirx e û wê ji bo jiyanek bi nirx têbikoşin. Em di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi Partiya Çepên Kesk re jiyanên bi nirx ava bikin.

Desthilatdarî di heman demê de hewl dide me bê hêz bihêle. Yên pêşeroja wan nebin, ji paşerojê ders nederxin, wê pêşeroja wan jî nebe. Lewma qasî fikirînê, li bîr hatin jî girîng e. Zilm, bêedaletî, zext û sîstema koletiyê ya ku desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekon a faşîst bi serê Gelê Kurd, jin, xweza û gelan anî li bîr bîne. Ji bo ku ev tişt car din neyên jiyîn jî, 14’ê Gulanê vîrajek girîng e.

Roboskiyê, Pirsûsê, Komkujiya Garê ya Enqereyê, Soma, Amasra, komkujiyên jinan, talana xwezayê, Geziyê, zarokên birçî, karkerên ku heqê keda xwe nastînin, kedkar, bi milyonan kesên bê kar, kesên bêyî sûc li girtîgehan dimînin, siyaseta qeyûmê ku îradeya gel xesp kir, êrîşên nîjadperest ên li hemberî Gelê Kurd, Malbata Şenyaşar, Denîz Poyraz, Tahir Elçî, Hrant Dînk, Gazî, Sûr, Cizîrê û gelek komkujiyên din li bîr bîne û em biçin ser sindoqan û hesab bipirsin.

Em kesên ku di erdheja 6’ê Sibatê de ku navenda wê Mereş e, bûyî sedema mirina zêdeyî sed hezaran kesan jî ji bîr nekin. Em kesên ku tecrîda mûtlaq li hemberî Birêz Abdullah Ocalan xistîn dewrê li bîr bînin û di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û ji vê çûyînê re bêjin ‘Êdî Bes e’.

Partiya Çepên Kesk, Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo azadiya gelên Tirkiyeyê, wekhevî, aştî û sîstemek demokratîk kete rê. Lewma di 14’ê Gulanê de ji bo ku Partiya Çepên Kesk armancên pêk bîne û pêşengiyê ji guherîna li Tirkiyeyê re bike, girîng e ku bi rengekî xurt bikeve parlamentoyê. Ev meclîs di heman demê de divê wezîfeya meclîsa avaker bibîne. Ez bawer dikim ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de hem serokkomar wê were guhertin û hem jî Partiya Çepên Kesk wê rengekî xurt di parlamentoyê de bê temsîlkirin.

14’ê Gulanê ne dawî ye, destpêkek nû ye. Hêz, destkeftî û moralê ku em di hilbijartinê de bi dest bixin, wê derfet ava bike ji bo em pêşengiyê ji gelên Tirkiyeyê re bikin û komara demokratîk ava bikin. Ez bawer dikim ku her kes wê bi vê zanebûnê nêz bibe. Ez ji Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çep a Kesk re serketinê dixwazim.”