3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

CHP’î li Mereşê derewa ‘Partiya Çepên Kesk piştgiriyê dide me’ belav dikin

Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepê Kesk a Mereşê diyar kir ku CHP li bajar derewa “Partiya Çepên Kesk piştgiriyê dide me” di nava gel de belav dike.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a Mereşê da zanîn ku Partiya Komarê ya Gel (CHP) li bajar propagandaya “Partiya Çepên Kesk piştgiriyê didin, dengên xwe bidin me” belav dike. Partiya Çepên Kesk têkildarî mijarê li pêşiya konteynera li navçeya Bazarcixê daxuyanî da. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Mereşê û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tev li daxuyaniyê bûn.

Bertek nîşanî CHP’ê dan

Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Çepên Kesk Erhan Yapici di daxuyaniyê de wiha got: “Di encama nîqaşên dûvdirêj de me helwesta xwe ya di hilbijartinan de diyar kir. Ji bo ku faşîzmê têk bibin û ji bo pêşerojeke azad, me destê xwe danî bin kevir. Em ê dawî li vê îktîdara zordest ku dijminatiyê li ciwan, jin û xwezayê dike bînin. Lewma jî partiya me namzet dernexist û diyar kir ku dê piştgiriyê bide Kemal Kiliçdaroglû. Em jî baş dizanin ku bi gulekê bihar nayê û bi piştevaniya bi Kiliçdaroglû re dê pergaleke demokratîk, azad û wekhev neyê.”

Bi domdarî Yapici anî ziman ku ev helwesta wan ji hêla partiyên siyasî yên li Mereşê ve tê îstîsmarkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştgiriya me ya ji bo birêz Kiliçdaroglû weke ku di hilbijartina parlamenteriyê de jî me piştgirî dabe wan nîşan didin. Bi vê derewê hewl didin gelê me manîpule bikin. Helwesta me ya dîrokî jinedîtî ve tên û li pey hesabên biçûk ketine. Banga me ya ji bo wan ev e; ev rêbaza derewan bi salaye ji hêla îktîdarê ve tê kirin û hûn jî hêj ji destpêkê ve vê rêbazê neceribînin. Namzetên Tifaqa Milet li Mereşê ji gel re dibêjin ku partiya me ji bo hilbijartina parlamenteriyê piştgiriyê didin wan. Bila tavilê dev ji vê derewa xwe berdin.”

Yapici, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em li Mereşê xwedî îdia ne. Dê feraseta gelê me yê Mereşê van lîstikan tevekan jî vala derxîne. Divê her kes dengê xwe bide partiya me.”