9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bakirhan: Kurd ji bo çareseriyê amade ne çareserî li îmraliyê ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beşdarî 1’emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bû û got: “Kurd ji bo çareseriyê amade ne. Kerem bikin em biçin Îmraliyê. Çareserî Îmralî û Birêz Ocalan e.

Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) 1’emîn Kongreya Asayî li Eywana Dawetan a Geterler a navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma “Vejînek Ciwan” pêk anî. Nûner û rêveberên DBP, KCD, TJA, Dayikên Aştiyê, rêxistinên Civakî, Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan û gelek rêxistinên civakî amade bûn.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di kongreya Meclisa Ciwanan de axivî û nirxandinên girîng kir. Bakirhan bal kişand ser girîngiya têkoşîna ciwanan û wiha got: “Pêşengên me gotin ‘Me bi ciwanî dest pê kir û emê bi ciwanî bi ser bikevin’ Hûn heviyên me ne. Bi we serê me bilind e. Berxwedana we heviyên me mezintir dikin. Ciwan li dijî bişaftin, betalî, bêrûmetiyê li ber xwe didin. Em hevî û bawer dikin ku ev kongre dê bibee sedem ku  Meclisa Ciwanan bêtir mezin bibe.”

Bakirhan, da zanîn ku têkoşîna ciwanan têkoşîna Şerzan Kurt, Mazlum Dogan, Alî Çiçek, Berkîn Elvan, Alî Îsmaîl Korkmaz, 33 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin, Medenî Yildirim, Ceylan Onkolan e û wiha lê zêde kir: “Têkoşîna ciwanan têkoşîna azadiya jin, kedkar, karker, elewî, bindestan, kurdan û hemû gelan e. Hûn li dijî tariyê heviya ronahî û têkoşîna gelan in. Ciwan li dijî bêetaletiyê û mêtîngeriyê hevî ne. Ciwan hevî, hêz û înada têkoşînê ne.”

Kerem bikin Îmraliyê

Bakirhan bal kişand ser hewldanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên çareseriyê û wiha  axivî: “Em dibêjin kerim bikin qadê. Em ji Amedê bang li gelên Tirkiyeyê dikin. Bila careke din ciwanek jiyana xwe ji dest nede. Hûn hene? Eger hûn ji bo çareseriyê hebin gelê kurd ji bo çareseriyê amade ye. Kerem bikin em biçin Îmraliyê. Birêz Ocalan di 2015’an de ji bo ciwanên kurd û tirk neyên kuştin vînek diyar kir. Ji bo kurd wekî hemwelatiyên wekhev bijîn û li ser vê axê wekhevî, edalet û aştî pêş bikeve got ‘Ez ji bo her tiştî amade me’. Em careke din banga diyalog, müzakere û çareseriyê dikin. Em wekî DEM Partî, parlamenterên vê partiye û gel amade ne. Çi kar bikeve ser milê me em amade ne.” Bakirhan, da zanîn ku çareserî bi înkar, qedexe û redkirinê pêk nayê.