7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Banalîteya xerabiyê, banalîteya tirkîtiyê

Nebaşî ya jî xerabî ne bi tenê karê mirovên kirêt û erjeng e, mirovên jirêzê jî dikarin bibin sedema xerabiyên gelekî mezin. Bêdengî û sersariya mirovan şeytanê herî mezin e, dehbeyê herî mirovxwir e. Hannah Arendt vê rewşê wek “Banalîteya Xerabiyê” pênase dike. Li Tirkiyê desthilatdar û fermandarên dewletê ji qirkirina kurdan sûcdar in lê belê miletê tirk jî sûcdar e. Tirkekî/e normal û jirêzê heger ne alîgirê/a qira kurdan be şerê li Kurdistanê nadome, û kurd namirin, û wê bigihên mafê xwe. Li Tirkiyê korelasyoneke wiha heye: Dewlet miletê tirk, û milet dewleta tirk “gur” dike; ev “banalîteya tirkîtiyê” ye.

Divê kurd (bi taybetî jî siyasetmedarên kurd) kawiktiyê nekin û dev ji qanihkirina tirkên jirêzê berdin. Ev, tiştekî belasebeb e, “Mîtosa Sîsîfos” e. Miletê tirk pir baş bi meselê dizane: Dagirkirina Kurdistanê tê hesabê tirkên jirêzê. Bi dilê “tirkîtiya banal” e ku dewlet tehdê li kurdan bike: Kurd çiqasî biçûk bin tirkîtiya banal jî xwe ewqasî mezin hîs dike. Tirk dixwazin ew her tim axa bin û kurd jî xulamên wan bin. Ev rewş ji bo wan zehf xweş e, derûniya wan dikewîne. Bindestiya kurdan hem bi awayê psîkolojîk, hem bi awayê ekonomîk, û hem jî bi awayê polîtîk pir tê hesabê tirkîtiya jirêzê. Divê ji bo kurdan a girîng ne serwextkirin û qanihkirina tirkên jirêzê be, divê a girîng xwe-hişyar-kirin be, xwe-xurt-kirin be: Ger kurd hişyar û xurt bin wê tirkîtiya banal xwe bi xwe qanih bike û mafê kurdan nas bike. Helbet di sûcdarkirina tirkan de gerek mirov mijarê gelemper neke; do di qirkirina cihûyan de jî almanên baş hebûn, û îro di qirkirina kurdan de jî tirkên baş hene. Tirkên baş û xwedî wijdan hene lê belê kurdan vana qanih nekirine, vana jixwe baş bûn, wijdanê wan ew qanih kirine, ne kurdan; ev hûrgiliyeke girîng e.

*

Mînaka cihûyan ji bo kurdan girîng e. Tiştê îro tê serê kurdan di 2. Herba Cîhanê de li Almanyayê jî qewimiye. Alman, dihat hesabê wan ku Hitler cihûyan qir bike. Jixwe Hitler bi rayên hilbijêrên alman hat hilbijartin û bû serok. Tiştê ku Nazîzmê aniye serê cihûyan, Kemalîzm jî tîne serê kurdan. Maka Kemalîzmê partiya “Îttehat û Terakî” ye. Mustafa Kemal endamekî tûj ê Îttehat û Terakî ye. Partiya Îttehat û Terakî tevkujiya ermeniyan pêk aniye. Ev, partiyeke pirêzên wê ne paqij e, partiyeke tevkuj e. Hitler di pirtûka xwe ya bi navê “Şerê Min” de qala Enwer Paşayê avakarê Îttehat û Terakî dike û qirkirina wî ya ermeniyan diparêze û dil dibijînê. Rol-modela Hitler Enwer Paşa û partiya Îttehat û Terakî ye, ew ji wan bandor bûye. Kemalîzm berdewamiya Îttehat û Terakî ye, divê mirov bi nûbûna wê nexape. Ew, bîrdoziyeke komkuj e, qirker e. Rêgeza wê ya bingehîn qirkirin û înkar e; ew li ser yekmendiyê ava dibe, ne li ser pirmendiyê. Dibe ku ew xwe nûjen û çepgir nîşan bide lê ti ferqa wê ji Nazîzmê tune ye. Nazî jî sosyalîst bûn; jixwe peyva “Nazî”yê dibe kurtebêja “Nasyonal Sosyalîzm”ê. Naziyan do cihû qir kirin û îro Kemalîst kurdan qir dikin. Ferqa Kemalîstan ji Naziyan; Kemalîst tevî qirkirina fizîkî qirkirina çandî jî dikin; Naziyan çanda cihûyan qir nedikir.

*

Qira cihûyan ji bo hemû mirovahiyê êşeke pir giran e, rojeke bêderman e. Holokost (cihû-kuj-î) kar û peywira zilamê Hitler Adolf Eichmann bû. Eichmann berpirsiyar û serokê Holokostê ye. Bi fermana wî cihû dihatin êşkencekirin, kuştin û şewitandin. Bi destê wî bi milyonan cihû hatin kuştin. Piştî Nazî di herbê de têk diçin Eichmann ji Amanyayê direve Arjantînê. Lê Îsraîl di 1960î de wî li Arjantînê digire û direvîne tîne Îsraîlê. Ew li Îsraîlê tê mehkemekirin, darizandin. Tê dîtin ku Eichmann yekî “jirêzê” ye, almanekî pir “normal” e: Bavekî baş e, cîranekî rind e, li peywira xwe miqate ye, hurmetkar e, hevserekî qenc e, û virde û wêde… Di Eichmann de xuya dibe bê balalîte çiqasî dikare erjeng, xerab û xofnak be. Îro heman banalîte, banalîteya tirkîtiyê, heman xerabiyê tîne serê kurdan. Tirkekî jirêzê; ê her ro diçe karê xwe, ê xwedî malbat e, ê bav e, heval e, ê dilê dewleta xwe xweş dike û baca xwe dide û welatîbûna xwe pêk tîne, dibe sedama qira kurdan. Heke di serî de dewleta alman û almantiya banal bûbin sedema kirinên wek Kristall-nacht (Şeva Cîncoqan), Holokost, Gestapo, Krematoryûm (laş-şewat-geh) û Auschwitzê; dewleta tirk û tirkîtiya banal jî bûne sedema tevkujiya Dêrsim, Geliyê Zîlan, Zindana Amedê, Newala Qesaban, 17 hezar Faîlî Meçhûl, Roboskî, Efrîn, Serêkaniyê… Heke di Holokostê (cihûkujiyê) de 6 milyon cihû hatibin kuştin, li Tirkiyê jî di kurdkujiyê de bi kêmanî 6 milyon kurd hatine asîmîlekirin ku asîmîlasyon jî sûc û kujerî ye. Kurd ji kurdbûnê tên qewirandin, kurd ji kurdbûnê tên islahkirin; ev, ujenîzm (eugenîcs) e. Çawa di 2. Herba Cîhanê de cihû hatibin şeytankirin û ricimandin, niha jî di 3. Herba Cîhanê de li Tirkiyê kurd tên şeytankirin û ricimandin.

*

A kûr raman e; xerabî ne kûr e, nizm e, hêsan e, adî ye. Hannah Arendt dibêje; “Xerabî bîr nabe, ‘bîrnebir’ e, bê hiş e, bê raman e, bê aqil e.” Tirkîtî li ser felsefeya Ziya Gökalp ava bûye: “Divê li Tirkiyê her kes bibe tirk… Bi rêya îslamê tirk yekîtiya wan çêdibe… Tirkbûn, îslambûn; şaristanî ev e…” Bingeha felsefeya tirkîtiyê ev raman in. Ev, felsefeyeke nizm e, erzan e, banal e. Piştre ev fikr bi Kemalîzmê tên avdan û şînkirin: “Tirkek berdêlî temama dinyayê ye… Çiqasî bextewar e ew kesê ku ji xwe re dibêje ez tirk im…” Ev gotin teng in, qels in, nijadperest in, xav in, derew in; banalîteya derewan… Avakarê felsefeya tirkîtiyê Ziya Gökalp, ji nivîskarên wek Gobineau û Chamberlain bandor girtiye. Gobineau û Chamberlain ramangerên rasîst (nijadperest) in, rasîzm bi vana dest pê bûye. Naziyên alman fikra xwe ya “Nijadê Arî” ji vana girtiye. Ziya Gökalp hiş û hêza wî têr nedikir ku ji felsefeya Spînoza, Kant, Proudhon fam bike, ji ber wê çû di bin bandora nivîskarên banal ên wek Gobineau û Chamberlain de ma. Ev, banalîteya tirkîtiyê ye ku îro kerî jê çêbûne. Ev kerî, êrîşkar, newêrek, bêhiş û bûne dijminê her miletî: “Ji xeynî tirkan ti dostê tirkan tune ye.” Banalîteya tirkîtiyê; nizm, erzan, sûcdar, xizan û biçûk… Dijberiya kurdan êdî tiştekî pir banal û pir adî ye. Vêya ewqas jirêzê û zehf tê dubarekirin ku êdî tehmsarkî, hêsan û kirêt e. Civakek (civaka tirkan) çawa dikare xwe ewqasî sivik bike?!