12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mereş bi pileya 5.0 careke din hejiya

Li gorî Saziya AFAD’ê ragihandî îro serê sibehê di saet 05:53’yan de li bajarê Mereş a Bakurê Kurdistanê bi pileya 5.0 erdhejek din çêbûye.

Piştî erdheja di 6’ê Sibatê de bi pileya 7.6 û 7.7 li Kurdistan û Tirkiyeyê çêbûyî ku bandora xwe li gelek bajaran kirî, hîna erd cihê xwe ne girtiye û erdhejên bi pileyên cuda cuda çêdibin.

Her wiha li gorî Saziya AFAD’ê ragihandî îro di saetên sibehê de bajarê Mereşê carek din hejiya. Heman çavkaniyê destnîşan kir ku erdhej li navçeya Onîkîşubat ya Mereşê di saet 05:53’yan de di kurahiya 6,5 kîlometreyan de bi pileya 5.0 çêbûye.

Hêjayî gotinê ye ku di 6’ê Sibatê de 2 erdejên bi pileya 7.6 û 7.7 li Bazarcixa Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ku navenda erdhejê bû pêkhat. Erdhejê bandora xwe li gelek bajarên Kurdistan, Tirkiye û Suriyeyê kir ku di encamê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes birîndar bûn, ji bilî wan bi deh hezaran kes di bin sermaya zivistanê de li derve bê nan û av mane.