20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bankaya Iraqê der barê bankaya Kurdistanê de lêkolîn da destpê kirin

Bankaya Navendî ya Iraqê ragihand ku Bankaya Kurdistanê ji her deynê ku ji aliyê Bankaya Navendî ve ji bo Bankayên din tê dayîn bê par dihêle û wiha got: “Bankaya Navendî li ser veşartina pereyan li Halkbank a Tirkiyeyê ji aliyê Bankaya Kurdistanê ve lêkolîn destpêkiriye.”

Li gorî belgenameyek ku ji aliyê Bankaya Navendî ya Iraqê ve hatiye belavkirin, biryar hatiye dayîn ku Bankaya Kurdistanê ji her deynê ku Bankaya Navendî dide bankayên din bê par bihêle. Her wiha hate diyarkirin ku heta Bankaya Kurdistanê sîstema xwe ya elektronîk çareser neke, wê ji her peredayîna milyarek dînar zêdetir bê par dê bihêlin.

Her wiha Bankaya Navendî diyar kir ku li gel Bankaya Kurdistanê û kesên berpirsyar li ser veşartina pere li Halkbank a Tirkiyeyê lêkolîn destpêkirine ku pêwîste heta dawiya meha Nîsanê encamek derbikeve.

Herî dawî jî hate ragihandin ku ev hişyariya dawî ya ji bo Rêveberê Bankayê Umer Seîd Hemedan e ku li ser pabend nebûna biryar û rêziknameya Bankaya Navendî. Heman demê de li ser egera berdewambûna ev kiryarên Bankayê, wê 6 meh de ji bo sererastkirina şaşitiyên xwe dem were dayîn, yan wê biryara qedexeya kerta Bankaya Iraqê li ser were dayîn.