17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 4 salan cenazeyê Başdînç li Wanê hate veşartin

Gerîlayê HPG’ê Savaş Başdînç ku di sala 2019’an de di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, li Wanê hat veşartin.

Gerîlayê HPG’ê Savaş Başdînç (Bager Wan) di sala 2019’an de di êrîşeke hewayî ya dewleta tirk de Jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Başdînç, ji bo ku cenazeyê Başdînç ê li Goristana Bêkesan a Erziromê hatibû veşartin werbigire serî li Serdozgeriya Komarê ya Erziromê dabû. Piştî ku testên DNA’yê hev girtin malbata Başdîn şevê din cenazeyê kurê xwe wergirt û anî Wanê.

Malbatê, cenazeyê Başdînç li goristana li taxa Keşîşoglû ya navçeya Artemêtanê di bin dorpêça polîsan de veşart. Malbatê, li ber mala xwe ya li taxa Sîpan a navçeyê şîna xwe danî. Wê malbata heta 3 rojan kesên bixwazin biçin serdana wan dê li vir pêşwazî bikin.