28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Baregeha Tenefê dîsa bû armanca êrîşan

Hate ragihandin ku bi 2 balafirên bêmirov baregeha Tenefê ya Koalîsyona Navneteweyî bombebaran kirine, lê tu agahiyên li ser windahiyan nehatin bidestxistin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku 2 balafirên bêmirov vê berbangê baregeha Tenefê ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li sêgoşiya sînorê di navbera Sûriye-Urdin û Iraqê de bombebaran kir. Lê heta vê kêliyê tu agahiyên li ser windahiyan bi dest neketine.

SOHR′ê eşkere kir ku Muqaweme El Îslamiye ya Iraqiye bi daxuyaniyekê berpirsyartiya êrişê girt ser xwe.

Hêjayî gotinêye ku piştî destpêkirina şerê li Xezayê û diyarkirina piştgiriya xwe ji aliyê Emerîkayê ji bo Îsraîlê ve, baregehên leşkerên Emerîkayê yên li Sûriye û Iraqê bûn hedefa êrişan. Pentagon bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li Iraq û Sûriyeyê di navbera 17-26’ê Cotmehê de bi giştî 16 caran êrişî baregehên hêzên Emerîka û Koalîsyona Navneteweyî hatiye kirin.