9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Saziyên kurdî: 100 sal in kurdî tê înkarkirin

Saziyên zimanê bi minasebeta 100'emîn salvegera avakirina Komara Tirkiyeyê daxuyaniyek nivîskî weşandin û anîn ziman ku 100 sal in kurdî tê înkarkirin.

Saziyan di daxuyaniyê de diyar kirin ku Komara Tirkiyeyê di 29’ê Cotmeha 2023’yan de 100 sedsaliya xwe temam dike û wiha got: “Di sed salên borî de li gel ku komar bi hevkarî û têkoşîna hevpar a gelê kurd, tirk û gelên din ên ku li vî welatî dijîn hat parastin û avakirin jî, piştî komar hat avakirin hemû maf û azadiyên gelê kurd tune hatin hesibandin û hatin înkarkirin û tirkîtî li ser gelê kurd hat ferzkirin.”

Saziyan destnîşan kir ku ev înkara li ser çand û zimanê kurdî hat wê astê ku, ji bo axaftina bi zimanê kurdî cezayên pereyan li kurdan hatin birîn û wiha cih dan daxuyaniyê: “Gelê kurd ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê heta vê demê bi vê helwest û nezîkatiya bişaftin, înkar û tunehesibandinê re rû bi rû maye û ji destpêkê heta dawiyê li hemberî vê nêzîkatiya nebixêr û neyarane ji bo parastina rûmet û nirxên xwe yên neteweyî, li hemberî helwesta rayedarên dewletê nerazîbûna xwe  nîşan daye, têkoşîn meşandiye, li ber xwe daye, çanda xwe ya qedîm û zimanê xwe yê dewlemend parastiye û ev tekoşîn hîn jî berdewam e.”

Daxwaza perwerdehiyê daxwazek rewa ye

Saziyan bibîr xist ku wekî hemû gel û neteweyan, ji bo gelê kurd jî parastina çand û ziman hêmanê bingehîn û sereke yê têkoşînê ye û wiha dirêj kirin: “Hemû têkoşînên neteweyî bi daxwaza azadiya çand û ziman dest pê dikin û tên meşandin. Daxwaza gelê kurd a “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê” daxwazeke rewa û însanî ye. Di hemû peyman û danezanên navneteweyî û gerdûnî de ev maf, wek mafekî bingehîn ji bo hemû gel û neteweyan hatiye qebûlkirin û ev peyman ji bo gelê kurd jî derbasdar in.”

Saziyan bibîr xist ku bi vê nêzîkatî û feraseta rayedarên dewletê ji destpêka avabûna komara Tirkiyeyê gelê kurd ji hemû maf û azadiyan bêpar hate hiştin û wiha pêde çûn: “Parastina çand, ziman  û bidestxistina statûya siyasî bi parastin û pêşxistina çand û ziman pêkan e. Ji bo ku ziman were parastin û bi pêş bikeve, divê bibe zimanê perwerdeyê. Loma gelê kurd ji destpêkê heta vê demê di daxwaza;“Ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi zimanê dayîkê” de bi israr e.”

100 sal in polîtîkaya înkarê dimeşînin

Saziyan anîn ziman ku di sed salên borî yên Komara Tirkiyeyê de polîtîkayên înkar û bişaftinê di vê sedsalê de jî li ser bi milyonan zarokên kurd berdewam bin û bi darê zorê perwerdehiya bi zimanê tirkî li ser wan were ferzkirin û zarokên kurd dîsa ji mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bêpar werin hiştin. Saziyan bilêv kirin ku di serî de zimanê Kurdî, hemû maf û azadiyên gelê Kurd ên welatîbûne tune hatin hesibandin û înkarkirin û wiha dirêj kirin: “Di destpêka sedsala duyemîn a komarê de em wek saziyên zimanê kurdî bi bîr dixin û dibêjin: Dê gelê kurd di sedsala duyemîn a komarê de polîtîka û pratîkên înkarê yên li ser nirxên xwe qebûl neke û bi vê daxuyaniyê daxwaza xwe ya “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê bi zimanekî zelal û biryardar ji rayedarên komarê re radigihînin û dibêjin: Ji bo jiyaneke hevpar û wekhev a hemwelatiyên vî welatî, nêzîkatî û feraseteke wekhev a rayedarên dewletê pêwîst e.”

Saziyan xwestin xala 42’yemîn a zagona bingehîn were sererastkirin an jî ji destûra bingehîn were derxistin û gotin: “Dûreparêziya ku ji aliyê rayedarên tirkiyeyê ve li hemberî xalên 17-29 û 30’emîn ên Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî hatine danîn werin rakirin.”

Saziyên ku îmze avêtin bin daxuyaniyê wiha ne:

Enstîtûya Amedê,

Enstîtûya Stenbolê,

Kovara Çand, Ziman, Folklor û Hunerî Destar (Destar),

Komeleya Wêjekarên Kurd,

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arî (Arî Der),

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (Med Der),

Komeleya Lêkolînên Kurdî,

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê (Avesta Der),

Komeleya Lêkolîn Çand, Ziman û Hunerê ya Ankayê (Anka Der),

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (Ferat Der),

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belek,

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Botanê (Botan Der),

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê ( Arsîsa Der)