19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bandora şerê Xezayê li ser Sûriye û Lubnanê

Şerê li dijî Xezayê her ku diçe dijwartir dibe û çav li rê ye ku di demeke nêz de êrîşa bejahî jî pêk were, her wiha bandora vî şerî ya neyênî li ser Sûriye û Lubnanê jî dibe û metirsiya ku ev şer berfirehtir bibe heye

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Xezayê de nûçeyek weşand. Rojnameyê cih da daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya berfirehbûna operasyonên wan ên bejahî û hat destnîşankirin ku amadekariyên Îsraîlê yên pêkanîna operasyona bejahî li Xezayê ketiye pêvajoya herî xeternak. Hat bibîrxistin ku duh êvarê Xeza bi dijwarî hatiye bombebarankirin.

Rojnemayê cih da gotinên rayedarên Îsraîlê yên “piştî ku dan û standinên têkildarî serbestberdana dîlgirtiyan ketine rêyeke xitimî, Meclisa Şer a Îsraîlê biryara berfirehkirina operasyonên bejahî daye.”

Bandora şerê Xezayê

Rojnameya El Ereb jî behsa bandorên şerê li Xezayê yên li ser Sûriyeyê kir. Di nûçeyeke rojnameyê de hat bibîrxistin ku Amerîkayê wekî bersivdayîna êrîşên komên girêdayî Îranê li dijî hêzên wê, depoyên çek û cebilxaneyê yên li Sûriyeyê bi balafiran bombernan kirine. Hat gotin ku metirsiyên belavbûna şer li Rojhilata Navîn zêdetir dibin.

Rojnameya El Cûmhûriye jî di nûçeya xwe de bal kişand ser bandora şerê li Xezayê ya li ser Lubnanê. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku hemwextî aloziya li ser sînorên başûr û gefên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê, metirsiyên mezin hene ku şer belavî Lubnanê jî bibe.

Hat bibîrxistin ku Hizbullahê operasyonên xwe yên leşkerî li dijî artêşa Îsraîlê zêde kirine. Her wiha daxuyaniya cîgirê sekreterê giştî yê Hizbullahê Şêx Neîm Qasim a “Amerîka û Îsraîl jî nizanin di rojên pêş de dê çi biqewime” hat bicihkirin.