7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PENa Kurd li dijî cezakirina mamosteyên zimanê kurdî daxuyaniyek da

PENa Kurd, li dijî cezakirina mamosteyên zimanê kurdî ya li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da û wiha got: “Werin em bi hev re li dijî cezakirina mamosteyên kurdî bisekinin. perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa ye.”

Dadgeha Şoreşê ya Bajarê Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê 20 sal cezayê girtîgehê bi awayekî taloqkirî da du çalakvanên kurdî û endamên Desteya Rêveberiya Encumena Nûjînê, Sirwe Pûrmuhemedî û Îdrîs Mênberî. Komîteya Birêvebir a Giştî ya Navenda PENa Kurd, têkildarî cezakirina mamosteyên zimanê kurdî daxuyaniyek da û bang kir ku li dijî cezakirina mamosteyên zimanê kurdî bê sekinandin.

Daxuyaniya PENa Kurd wiha ye:

“Di berdewamiya siyaseta bişaftin û milîtarîzekirina Rojhilatê Kurdistanê ya ji aliyê rejîma Komara Îslamê ya Îranê ve û pêkûtiya vê siyasetê ya bi taybetî piştî pêla serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê ku wek şoreşa Jînayê ango şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê naskirin, rê li ber rejîmê vekir ku tundî û zordestiya xwe zêdetir bike û ev yek bû sedema girtin, kuştin û derketina ji welêt a bi hezaran sîvîl, nivîskar û çalakvanên sîvîl. Tevî hemû zext û zordestiyan bi rihê şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ têkoşîna gel a li dijî Rejîma Îranê dewam dike.

20 sal cezayê girtîgehê li mamosteyên kurdî birîn

Herî dawiyê Dadgeha Şoreşê ya Bajarê Sinê 20 sal cezayê girtîgehê bi awayê taloqkirî da du çalakvanên Kurdî û endamên Desteya Rêveberiya Encumena Nûjînê, Sirwe Pûrmuhemedî û Îdrîs Mênberî.

Di salên borî de jî endam û mamosteya zimanê Kurdî ya vê encumenê, Zara Mihemedî di 2’yê Pûşpera 2019’an de û çendîn carên din hatibû girtin û dadgehkirin û herî dawiyê 10 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Cihê mamosteyên kurdî girtîgeh nîne

Em wek Navenda PENa Kurd, ku parastina zimanê dayikê yek ji erkên me yên sereke ye, radigihînin ku cihê mamosteyên zimanê dayikê girtîgeh nîn e. Her wiha em radihgihînin ku lazim e hemû sazî û navendên nivîskarên cîhanê û parêzvanên zimanê dayikê piştevaniya me bikin da bi ragihandina kampanyayeke navneteweyî piştevaniya hemû mamoste û kedkarên zimanê dayikê bikin.

Em bi hev re li dijî vê neheqiyê rawestin

Em wekî PENa Kurd, li dijî cezakirina mamosteyên zimanê kurdî disekinin. Werin em bi hev re li dijî cezakirina mamosteyên zimanê kurdî bisekinin! Axaftin û perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa ye. Em ê heta dawiyê vî mafî biparêzin û kesên vî mafê me yê rewa asteng dikin, bisekinin.”