18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Armîta Garawandî jiyana xwe ji dest da

Armîta Garawandî ji ber ku serê xwe negirtibû û ferzkirina cil û bergên nixumandinê red kiribû, bi êrîşa Gaşt e Îrşad re rû bi rû mabû, piştî 28 rojan jiyana xwe ji dest da

Li paytexta Îranê Tahranê Armîta Garawandî ya 16 salî ji ber ku serê xwe negirtibû , bi êrîşa Gaşt e Îrşad’ın (polîsên Exlaqê) re rû bi rû mabû, piştî 28 rojan jiyana xwe ji dest da. Ew li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin û tevî hemû mudaxileyên tibî jî canê xwe ji dest da. Çavkaniyan daxuyand ku Armîta Garawandî li Nexweşxaneya Fecr a Tahranê jiyana xwe ji dest daye. Hengawê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku Armîta jiyana xwe ji dest daye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku jina ciwan Jîna Emînî jî bi heman rengî di encama destwerdana “polîsên exlaqê”  ve hatibû qetilkirin.