19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Alîgirên HUDA PAR’ê êrîşî şaxa Starbucksê kirin

Alîgirên HUDAPAR’ê piştî xwepêşandana protestokirina Îsraîlê êrişî şaxa Starbucksê ya Ceylan AVM’a Amedê kirin û li pêş çavên polîsan xesareke mezin dan dikanê

Alîgirên HUDAPAR’ê duh bi şev li Amedê bi îdiaya piştgiriya Filistînê li ber Navenda Danûstandinê (AVM) ya Ceylanê kom bûn. Van alîgiran xwepêşandan li dar xistin û Îsraîlê protesto kirin. Bi îdiaya ku Starbucksê piştevaniya Îsraîlê dike, wan  alîgiran êrişî şaxa Starbucksê kirin.

Bi rojane HUDA PAR bi îdiaya piştevaniya bo Filistînê-Hemasê li ber Ceylan AVM’ê kon vedane û xwepêşandanan li dar dixin. Duh bi şev carek din ev alîgir kom bûn û xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandan li ser daxwaz û fermana Rêxistina HUDA PAR’ê ya Amedê kom bûn.

Hêçjayî gotinê ye ku êrîşa li dijî Starbucksê li ber çavê polîsan hat kirin. Êrîşkaran xesar da dikanê û cam, sandelye, mase û kelûpelên wê yên din şikandin.