6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber dorpêça leşkerî ya Şirnexê gundî koç dikin

Li gundên navçeya Elkî û Basayê ku bi mehane dorpêça leşkêrî lê didome, şeniyên gundan êdî bêçare mane , sewalên xwe difiroşin û gundên xwe terk dikin

Li herêmên Şikefta Sor, Kepiyê Ga, Mila Redê, Kanîreş, Nihala Şengê, Girê Bîkê, Kora Bizîwan û Çelê Zeviyan yên gundê Bilbêsê yên navçeya Elkê ya Şirnexê Walîtiya Şirnexê di navbera 29’ê tîrmeh-4’ê Tebaxê û 8-23’ê tebaxê de 2 caran ketin û derketina herêmê qedexe kiribû. Li gel qedexeya Walitiyê li gund leşkeran bi ser malan de girtibûn welatî binçav kiribûn. Di dorpêça leşkeriyê de bejahiya gund ji hewayî hatibû bombebaran kirin. Di bombarbaranê de gelek dar hatibûn şewitandin û zindî hatibûn qetilkirin. Gundiyên ku bi mehan in di bin dorpêça leşkeriyê de ne ji ber qedexeya Walitiyê ya fîîlî nikarin  giya û çilo ji pezê xwe re kom bikin. Ji ber vê yekê welatî nêçar man pezê xwe bifiroşin. Hate zanîn ku di gund de ji 30 malbatan 20 malbat ji neçarî derbasî navenda Elkê bûne.

‘Bi rengekî kêfî di malan de lêgerînê dikin’

Şêniyeke gund ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku ji ber dorpêça leşkerî gundî koç dikin û ev agahî dan: “Leşker hê niha jî li bêjahiya gund hene. Kengî bixwazin tên dikevin gund û di malan de lêgerînê dikin. Ji xeynî cihê ku avahî lê hene hemû deverên gund qedexe kirine. Ji ber vê jî ji pez re giya nehate berhevkirin û pez bê giya ma. Ji ber wê gundiyan sewalên xwe firotin. Bi zorê gel koçber kirin û gund vala dikin. Zivistanê 5-6 mal diman gund. Ew ê jî ji ber dorpêçê nemînin û dê derkevin.”

Gundê Bana

Her wiha di 14’ê îlonê de 5 herêmên navçeya Basa ya Şirnexê jî ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve ji bo 15 rojan hatibûn qedexekirin. Di nav deverên qedexekirî de gundê Bana yê bi ser navçeya Basayê ve jî hebû. Gundê Bana jî sê mehan bêtir e di bin dorpêça leşkerî de ye. Leşkerên ku li bêjahiya gund hatine bicihkirin di nava gund de dibe sedemê tirsê.

Bi destûr diçin nava baxçeyan

Şêniyên gund anîn ziman ku ew bi destûrê diçin baxçeyên xwe û gotin: “Gund ev sê meh in di bin dorpêçe de ye. Heta ku em destûr nexwazin em nikarin biçin nav baxçeyên xwe. Ji ber wê zehmetî dikişînin. Bi zanebûn piştî ku karê baxçeyan tê kirin bi dawî bû qedexe rakirin. Niha bi destûrê diçin lê êdî kes naçe nav baxçeyan. Wexta baxçe xelas bû.”