spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Felsefeya Abdullah Ocalan sînor derbas kiriye

Hevseroka Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê Gulbihar Omer, têkildarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” axivî. Omer anî ziman ku fikr û felsefeya Ocalan sînorê Kurdistanê derbas kiriye

Di 10’ê Cotmehê de dostên kurdan li 74 navendên cîhanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Ev hamle her ku diçe mezin dibe. Kurd li çar aliyên Kurdistanê tev li pêngavê dibin.

Li bajarê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Şengal û Mexmûrê jî konê ji bo Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin vedan. Her roj bi girseyî gel serdana konan dikin.

Tevgera Hîlala Zêrîn, Desteya Çand û Hunerê, Yekitiya Hunermendan, Komîteya Rewşenbîr û Wêjevanan û Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê hefteya borî daxuyaniyeke hevpar dan. Hevseroka Çandê ya Kantona Qamişloyê Gulbihar Omer, têkildarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” nirxandinên girîng kir. Gulbihar Omer, diyar kir ku ew wek tevger û wek hunermendên  kurd pêşengtiyê  didin pêngava ‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî` û wiha got: “25 sal in Rêber Abdullah Ocalan li gireva Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê ragirtin. 31 mehin tu agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Li ser vê bingehê di 10’ê Cotmehê de li 74 welatan bi armanca azadiya Rêber Apo pêngavek hat destpêkirin û didome.”

Rêber Apo rêberê hemû mirovahiyê ye 

Gulbihar Omer, da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ne tenê rêberê kurdan e û wiha berdewam kir: “Rêber Apo rêberê hemû mirovahî û gelên Rojhilata Navîn e. Çareseriyê pêş dixe, çareseriya aşitî û azadiyê pêş dixîne. Rêber Apo bi taybetî jî ji bo hunermendan hêzeke mezin e. Hem bi awayê felsefîk, hem îdeolojîk, hem jî ji bo naskirina me ya ji hêza rasteqîn a hunerê, ji bo me derfetekî mezin afirand.”

‘Hunermend wîcdanê civakê ye’

Gulbihar Omer, bal kişand ser tespîta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Hunermend, wijdana civakê ye. Dema civakek bikeve nava metirsiyê, beriya her kesî hunermend vê yekê hîs dike’ û wiha lê zêde kir: “Ev tespîd ji bo me hemûyan pir watedar e. Ji ber wê jî divê partî, fraksyon û fikrên cuda bêyî ku ferq û cudahiyê li ber çav bigrin tevlî pêngava nû ya ‘10’ê Cotmehê Roja Cîhanî ya Azadiya Ocalan’ bibin. Di vê pêvajoyê de ango di pêvajoya şerê ku li Rojhilata Navîn didome û weke şerê Cîhanî yê sêyemîn tê pênasekirin de ji bo ku kurd azadî û statûya xwe bi dest bixîne divê em destê xwe bixin bin kevir. Yekitiya gelê me li her aliyê cîhanê xurt bikin. Hem jî destkeftên kurdan, sazîbûnên kurdan, ji gerîlayan, ji YPG-YPJ’ê li Rojava bigre heya HSD’ê, hemû hêzên kurd, destkeftên kurdan biparêzin û ji bo şkandina dagirkeriya li ser Kurdistanê pêwîste yekîtiya xwe xurt bikin. Di heman demê de divê hemû gelê me, her kes hêz bide vê pêngavê, bi taybet îro gelê rojavayê Kurdistanê bi hemî pêkhateyên xwe ji kurd, ereb û Suriye tevan bigire ji bo azadiya Rêber Apo 24 seatan di nav liv û tevgerê de bin. Ji ber ku dema şoreşa buhara gelan destpêkir li Sûriyeyê jî pêvajoyek hat destpêkirin û îro derbasî sala xwe ya 13’an dibe.”

‘Ramana Rêber Apo demokratîk dike’

Omer bal kişand ser demokratîkbûna herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha axivî: “Li tu deverên Sûriyeyê guhertin û pêşketina demokratîk pêk nehat. Tenê li heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bû xwedî rêveberî û pergaleke civakî ya demokratîk guhertinek demokratîk pêk hat. Sedema wê ew e ku li vê qadê civakeke rêxistinkirî, xwedî hişmendiyeke perwerdekirî li ser ramanên Rêber Apo heye. Xebat û keda Rêbertiyê bû bingeh ji Şoreşa Rojava re. Ger Rêber Apo li Rojava bingeh çênekiriba, xebatên perwerde, akademî û aboriyê nemeşanda bê guman wê di pêşxistina şoreşê de zehmetî bihatana jiyîn. Jiyana komûnal, aboriyeke li ser hîmê koperatîfê û pergala rêvebirinê ya meclîsê destpêkê dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava bû di pratîkê de bingehê wan hatibû danîn. Ji ber vê gel ji pergala xweseriyê ne biyanî bû, zû xwedî lê derket. Paradîgmaya Rêbertiyê ya ku xwe dispêre civaka demokratîk û azadiya jinê û hişmendiya ekolojîk bû felsefeya tekoşînê. Li gorî wê şoreş hat pênasekirin, Şoreşa Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) xwe sipart hişmendiya neteweya demokratîk, azadiya jinê, hevgirtin û xwişk û biratiya gelan jibo xwe esas girt, daxwazkirina desthilatdariyê nebû armanc, berovajî wê avakirina pergala civakî ya demokratîk ji xwe re esas girt.”

‘Rêber Apo bû çavkaniya hêzê’

Omer destnîşan kir ku ruhê berxwedan û serhildanê yê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Rojava çandibû, bû bingeh ji bo pergala parastinê û serkeftinên leşkerî yên ku pêk hatin û wiha pêde çû: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû çavkaniya hêz û moralê ya bingehîn ji ciwanan re. Ji ber vê hêzê ciwan bi ruheke fedayî ref bi ref tevlî YPG- YPJ bûn. Bê teredud gelê xwe û herêma xwe biparêzin. Tevgera PKK’ê ji her alî ve xwedî li şoreşa Rojava derket. Bi taybetî gerîla bû xwedî roleke sereke di parastina Rojava de. Ji ber ku Şoreşa Rojava xwe spart fikir û ramanên Rêbertî, gel û pêkhateyên din ên Sûriyeyê nêzîkatiyeke dijminatî ji şoreşa Rojava re ne kirin; berovajî wê, ew xwedî lê derketin û dîtin ku şoreşa Rojava şoreşa wan teva ne.”

Ew bûye zanyar, pêşeng û rêberê ramana azad

Gulbihar Omer, li ser rola fikrên Ocalan jî rawestiya û ev tişt got: “Ev bû 25 sal ku Rêber Apo ji Sûriyeyê derketiye. Lê rastiya ku nayê guhertin ew e Rêbertî sînorên xeleka temsîlkirina doza gelê kurd û rêxistinekê tenê derbas kiriye. Ew bûye zanyar, pêşeng û rêberê felsefe û ramanê azad di asta gerdûnî de. Wî bi ramanên xwe hemû pirsgirêkên cihanê, bi taybet ên Rojhilata Navîn û Kurdistanê nirxand û çareseriya wan pêşkêş kir. Pirsgirêkên xweza û ekolojiyê jî nirxand. Ji bo çareseriyê alternatîf pêş xist. Xala herî girîng jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rastî û dîroka jin û civakê biberfirehî nirxand. Azadiya civakê û çareseriya pirsgirêkên heyî di azadiya jinê de dît. Ji ber ku şikestina destpêkê di şexsê jinê de pêk hatiye û belavî nav hemû beşên jiyanê bûye. Ango mirov dikare bêje ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirsgirêkên heyî tenê nenirxand û rexne nekir, di heman demê de alternatîf û çareserî jî destnîşan kir, ev rastiya Rêbertî ye. Bi kurtasî Şoreşa Rojava berhema ked û xebata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi salan e, hewldaneke ji bo şênberkirina fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, şoreş di hemû kêliyên jiyanê de tê jiyankirin, ne pêvajoyeke kurt an jî demkî ye, ew berdewam lêgerîna rastiyê û di jiyanê de guhertin û nûbûn pêkanînin û afirind, ji ber ku yê kariye hemû pêkhateyan li hev kom bike û aştiyê li nava hemû olan de pêk bîne Rêber Apo ye. Çawa Rêber Apo dibêje ‘Cîhan baxçeyê gulaya, ev baxçe  tenê bi gulekê geş nabe’  ew wê peyamê dide ku ger ne bi pêkvejiyana hemû gelan be cîhan geş nabe.”

Felsefeya Rêper Apo sînorê Kurdistanê derbas kiriye

Omer bibîr xist ku îro dikarin bibêjin ku  fikir û felsefeya Abdullah Ocalan sînorên Kurdistanê derbas kirine û wiha zêde kir: “Divê ji bo pirsgirêka li herêmê sûd jê were girtin.  Îro tevahiya gelê aştîxwaz ji bo azadiya rêbertî kar û xebatê dikin, di serî de jî hunermendên biyanî jî hejmarek ji wan piştgirî dan vê pêngavê, ev yek dide diyarkirin ku sînoreke taybet ji bo fikrê Rêber Apo tune ye. Divê ku hemî hunermendên kurd li tevahiya axa kurdistanê û derveyî kurdistanê, bi dengên xwe ji bo azadiya Rêber Apo gavên mezin bavêjin ev erkekî exlaqî ye”

Omer herî dawî bibîr xist ku ew dê li ser xeta Ocalan têbikoşin û wiha bi dawî kir: “Ez di dawiyê de careke din bibîr dixim ku em ê erkên xwe di parastina herêmê û gelê xwe de li dijî êriş û komployan bînin cih. Em dê li ser xeta rêberê xwe bin ta ku serkeftin bi dest bixin û jiyaneke azad ava bikin. Ji ber wê û ji bo ku em mirovahiyê ji zulm û sîtemkariyê biparêzin divê em bi yek dengî azadî û demokrasî ji gelê herêmê û cîhanê re bang bikin. Dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Divê em bi hev re bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî tevlî pêngava `Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî` bibin û bi hev re pêşerojeke azad ji tevahî mirovahiyê re ava bikin” da ku em jiyaneke bi rûmet jiyan bikin û azadiya xwe bi serbestî bikar bînin.”