5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsyayê bejahiya Lazîqiyê, Heleb û Hemayê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê çiyayê Erbeyîn ê li bejahiya Idlibê, bejahiya Lazîqiyê, Hema û Idlibê bombebaran kirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li ser malpera xwe ya fermî par vekir ku   balafirên şer ên Rûsyayê gelek deverçên Sûriyeyê bombeberan kiriye. Balafirên şer herêma çiyayê Erbeyîn ê li bejahiya Idlibê, derdora El Fetatira ya li başûrê Idlibê, gundên Sermaniyê yê herêma Sehl Xab ê rojavayê Hemayê û girên El Kebîne yên bakurê Lazîqiyê bombebaran kirine

Li aliyekî din çeteyên “Eniya Rizgariyê ya Nîştimanî” noqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora Bala ya rojavayê Helebê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê jî bendên kontrolê yên li derdora herêma “bêçek” derdora gundên Kefer Teal, Ebzemo û Kefer Emme yên rojavayê Helebê bi hawanan topbaran kir.