17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Baregehên hêzên Rojhilat yên li Herêma Kurdistanê tên girtin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku ew bi Iraqê re li ser danîna çek û girtina baregehên hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê lihevkirine.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî di daxuyaniyek çapemeniyê de ragihand ku wana bi Iraqê li ser danîn û girtina baregehên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê lihevkirine.

Nasir da zanîn ku 19’ê Îlonê roja dawî ya dema ji bo danîna çekan ya wan hêzane û got; “Bi ti awayî ew dem nayê dirêjkirin, divê Herêm û Bexda lihevkirinê bicih bînin.”

Hêjayî gotinê ye di 11’ê Tîrmeha 2023’yan de Serokerkanê Hêzên Çekdar yên Îranê Mihemed Baqirî gefa destpêkirina êrîşên li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir û gotibû; “Eger Iraq sozên xwe yên têkildarî partiyên dijî Komara Îslamî ya Îranê bicih neyne, em ê êrîşek bihêztir û tundir li dijî van partiyan bidin destpêkirin.”

Baqirî diyar kiribû ku eger Hikûmeta Federal ya Iraqê heta meha Îlonê sozên xwe yên girêdayî partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li “bakurê Iraqê” anku Başûrê Kurdistanê nexe meriyetê ew ê operasyonek bihêztir û ji berê berfirehtir li dijî komên çekdar yên Rojhilatê Kurdistanê bidin destpêkirin.