19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HSD’ê ketin û derketina bajarê Hesekê qedexe kir

HSD’ê li dijî DAIŞ’ê “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” da destpêkirin û di çarçoveya operasyonê de ketin û derketina ji bajarê Hesekê û navçeyên Şedad û Holê hatin qedexekirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) duh di saetên şevê de bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li çoltarê Dêrazorê li dijî DAIŞ’ê “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” da destpêkirin. Hêzên Ewlehiya Navxweyî ragihand ku di çarçoveya operasyonê de ketin û derketina ji bajarê Hesekê û navçeyên Şedad û Holê hatine qedexekirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê; çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku qedexeya ketin û derketina van herêman heta dawiya operasyonê dê bidome.