7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HSD bîlançoya 8 operasyonên li dijî DAIŞ’ê aşkera kir

Hêzên Sûriya Demokratîk di nava 2 mehan de li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê 8 operasyon li dar xistin. Di operasyonan de, yek jê serçete 4 çete hat kuştin, 12 çete jî hatin girtin

Fermandariya Giştî a Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) duh (27 Tebax 2023) li herêma Dêrazorê û rojhilatê Firatê “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” da destpêkirin. Operasyon heta niha li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê didome. Di çarçoveya operasyonê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Hesekê û navçeyên Hol û Şedadê qedexeya derketinê ragihand.

Li gorî agahiyên ku fermandarên HSD`ê ji ajansa me re parve kirine, hêzên wan di nava 2 mehan de li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê 8 operasyonên taybet li dar xistine. Di encama van operasyonan de serçete jî di nav de 4 çete hatin kuştin, 12 çete jî hatin girtin.

Hin operasyonên ku HSD`ê li dar xistine bi vî rengî ne;

* Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) yên girêdayî HSD`ê di 19`ê Tîrmeha 2023`yan de bi piştgiriya Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê yên Başûrê Kurdistanê (CTG) û Koalîsyona Navneteweyî li bajaroka Deşîşe yê Şedadê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê operasyoneke taybet li dar xist. Di encamê de şaneyeke DAIŞ`ê hat bêbandorkirin, 2 çete hatin kuştin û çeteyek hat girtin. Her wiha 2 Çekên AK-47, 2 telefon, debançeyek, bombeyek, 3 carcûrên debançeyan, rextek, çekeke nêçîrê hatin desteserkirin.

* 20`ê Tîrmeha 2023`yan; hêzên HSD`ê bi piştgiriya hêza Komandos û tîmê Dozînê operasyoneke hevbeş li gundê El Mensûra yê girêdayî bajarê Reqa li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê pêk anî. Di encamê de 3 çete hatin girtin û telefonên destan ên bi wan re hatin desteserkirin.

*Di 4`ê Tebaxa 2023`yan de jî hêzên Komandos bi piştgiriya HSD`ê dijî şaneyekî veşartî li Dêrazorê operasyon pêk anî. Di encama operasyonê de çeteyek hate girtin û gelek belge hatin desteserkirin.

*16`ê Tebaxa 2023`yan de, hêzên YAT`ê bi beşdariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Saziya Têkoşîna li dijî Terorê ya Başûrê Kurdistanê (CTG) li navenda Reqayê li dijî serçeteyekî anku emîrê giştî yê herêma rojhilat yê DAIŞ′ê yê bi navê Îbrahîm El Elî (Ebî Mucahid) operasyonek pêk anî. Di operasyonê de serçete hate kuştin, çekeke AK-47 û 7 cercûr û guleyên wê, 4 telefonên destan, komputerek, alaveke Wi-Fi`yê, belgeyên takekesî hatin desteserkirin.

*Di dîroka 16`ê Tebaxa 2023`yan de, hêzên Komandos yên HSD`ê dijî çeteyekî şaneya veşartî ya DAIŞ`ê operasyonek pêk anî. Di operasyonê de çete hate girtin û çeka kalaşnîkof, 5 jarjor, rext, rextê demançê, 3 telefon û belgeyên kesayetî hatin desteserkirin.

*Di 18`ê Tebaxa 2023`yan de jî hêzên HSD`ê li gundê Ezbe yê girêdayî rojhilatê Dêrazorê dijî çeteyekî operasyon li dar xist. Ev serçete, roleke mezin di vaguhastina teqemeniyan, peydakirina belgeyan ji bo derxistina malbatên DAIŞ`ê ji kampa Holê de dilîst. Gelek belge û qeydên deng pê re hatin girtin ku têkiliya wî bi çeteyên DAIŞ`ê re yên li herêmên Serêkaniyê ya dagirkirî re îsbat dikin. Di operasyonê de çete hate girtin û gelek belge hatin desteserkirin.

*Di 24`ê Tebaxa 2023`yan de şaneyeke DAIŞ`ê ku ji çeteyên DAIŞ`ê re pere kom dikirin ji aliyê hêzên HSD`ê bi operasyoneke taybet hatin girtin.