3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Baroya Amedê: Astengkirina Xwebûnê înkara kurdî ye

Malpera Rojnameya Xwebun.org, bi biryara Saziya Ragihandin û Teknolojiya Zanînê ya hejmar 490.05.01.2022-93453 a dîroka 28’ê çileya 2022’an hat astengkirin. Malpera rojnameya me piştî hat astengkirin, niha weşana xwe bi lînka xwebun1.com berdewam dike.  Têkildarî astengkirina malpera rojnameya me Xwebûnê Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê daxuyanî da. Baroyê di daxuyaniyê de diyar kir ku malpera înternetê ya Rojnameya Xwebûnê ku heftane weşanê dike ji aliyê Saziya Teknolojî û Ragihandinê ya Tirkiyeyê ve hat girtin û wiha got: “Malper bi zaravayê kurmancî û kirmanckî weşanê dike. Bi nûçeyên rojane, analîz, wêje, gotubêj, dosyayên spesîfîk, xizmeta zimanê kurdî û xwînerên kurdî dike. Tu hincetek rewa ku malper bê qedexekirin tune ye.”

Qedexekirina Xwebûnê pêngava înkara kurdî ye

Komîsyonê helwesta qedexeyê şermezar kir û wiha lê zêde kir: “Em wekî komîsyona zimanê kurdî ya Baroya Amedê vê qedexekirinê raste rast helwest û hewldanek li hemberî zimanê kurdî dihesibînin. Girtin û qedexekirina malpera Xwebûnê, pêngaveke pişaftin, asîmîlasyon û înkarkirina hebûna zimanê kurdî ye.  Em vê kiryara qirêj şermezar dikin û bangî eleqederan dikin ku vê qedeyê paşve bikişînin û rakin.”

Em ê di warê hiqûqî de têbikoşin

Komîsyona  ziman herî dawî destnîşan kir ku li hemberî vê qedexeyê wekî Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê ji bo betalkirina vê biryarê dê heta dawî di warê hiqûqî de têbikoşin.