spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hey rezîl Harpago te dît te çi kir!

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Di xelaka berê de ez çûbûm Slêmaniyê, serlêdana tirba bîrdariyê ya Keyxusrew û min qala peymana aştiyê ya di navbera Împaratoriya Med û Lîdyayê de kiribû. Di vê xelekê de jî ez li Sardesa paytexta Lîdyayê me. Xwînerên ezîz werin em hinekî Lîdyayiyan binasin. Têkiliyên wan û yên pêşiyên me yên Medî çi bûn, ne çibûn, em lê bilepijin û hinekî vexepirînin, ka em binêrin bê ew ê çi bi lepê me ve were. Kerem bikin.
Lûwî, şaristaniyeke Hind-Ewropî ye. Ji derdora Egeyê bigre, heta derdora Gurgum/Meraşê, ev xelkê Lûwî li vê herêmê dijiyan. Şopê vê şaristaniyê heta li derdora Sêwrega Rihayê jî hatine dîtin.
Lûwî, tê wateya agir û rohnkahiyê. Jixwe amûra rohnîkirinê “lembe û lukuz” ji navê Lûwî hatiye. Her wiha em ji riviya agir re jî dibêjin “alev” û ev jî ji navê Lûwî tê. Wek nimûne: Lûwî; alev; alevî ya agir. Dîsa “elewî”yan jî yekser navê xwe ji “lûwî”yan wergirtine. Wek nimûne: Lûwî; E-lewî. Jixwe gava meriv baweriya Elewiyên niha û baweriya Lûwiyên hingê rûberî hev bike, meriv ê lê serwext bibe ku bawerî heman bawerî, çand heman çand e. Heger tirsa siyasî ji ser xelkê vê herêmê rabe, ew ê bê dîtin ku ti eleqeya xelkên Elewî û Hz. Elî bi hev tineye. Ev “elewî”tiya niha, ji sedî sed xwe dispêre şaristaniya Lûwiyan.
Çi bawerî, çi çand û tore, çi jî ziman û dîroka şaristaniya Lûwiyan, gelekî nêzîkî ya Hattî-Hîtît, Hûrrî-Mîttanî bûye. Jixwe ji hêla erdnîgarî ve, gelek caran di nav hev de, gelek caran jî wekî cîran li rex hev jiyîne.
Xwînerên ezîz, miletê kurd, wêrisxwurê Gûtî, Sumer, Hûrrî, Hattî, Lûwî, Lûlûbî, Sûbarî, Mîttanî, Hîtîtî, Ûrartû, Med û Kardoxiya ne. Ji Girêmiraza bigre heta cihwarên niha yên dîrokî, ev xelekên vê zincîrê ji hevdu veneqetyane.

Lûwî
Lûwî, navê wan ê giştî ye. Lê gelek dewletên wan li rex hev hebûn û tev jî serbixwe bûn. Herêma Çikûrova heta sînorê Antalyayê jêre digotin, Klîkya. Ji sînorê Mêrsîn-Antalya bigre heta jora navbera Antalya-Îsparta, jêre digotin Pamfîlya. Derdora Bûrdûr û Îsparta jêre digotin, Pîsîdya. Ji navenda Antalya bigre heta Mûglayê, jêre digotin Lîkya. Ji herêma Manîsa, Ûşak û Îzmîrê re jî digotin, Lîdya. Her wiha ji herêma Çanakaleyê re jî digotin, Trowa.  Ev tev miletê Lûwî bûn lê dewletên wan ji hev cuda bûn. Dîroka vê şaristaniyê ya tê zanîn, xwe dispêre du hezar sal beriya zayînê. Ango meriv dikare bibêje hevdemê Hûrrî û Hattî yên pêşiyên kurdan bûye.

Paytexta Lîdya Sardes /Zerdes
Sardes, 9 km dûrî rojavayê navçeya Salihlî ya Manîsa ye. Salihlî, navê xwe ji Sardesê wergirtiye. Sardesê jî navê xwe ji kevirê giranbuha yê Kûvars wergirtiye. Lana kevirê Kûvarsê giranbuha, li herêma Sardesê ye. Ev kevirê giranbuha, li gelek herêmên cuda, bi rengên cuda tê dîtin. Lê ev kevirê Kûvars ê li herêma Sardesê, rengê xwe zerê portaqalî ye. Jixwe Sardes/Zardes jî tê wateya rengê zer. Es, paşgira nav e. Sard/Zard jî bi zimanê Lûwî/Lidyayî, tê wateya rengê zer.
Sardes, bi dewlemendiya zêr jî navdar e. Wekî tê zanîn, axa vê herêmê mişt zêrê zere. Jixwe di dîrokê de, cara pêşîn Lîdyayî pereyên zêrînî çap dike. Li bajarê antîk ê Sardesê, darbxaneya pereyên madenî yê zêr tê dîtin. Ew Qarûnê navê wî di kitêbên pîroz de derbas dibe, keyayê Lîdyayê yê herî navdar e. Navê xwe yê din Krezus e. Jixwe wekî tê zanîn, Qarûn an jî Krezus bi dewlemendiya gencîneyên xwe navdar e. Tê gotin, sindoqa kilîtên devê gencîneyên Qarûn, heyşt heb egîtan bi zorê hildigirt. Gava ez li nava bajarê antîk yê Sardesê digerim, ev dewlemendîya vî bajarê efsanewî eyan beyan dibiriqe; meriv fedîdike ji xwe re li mîmariya sitûnên wê yên mermer yên bi hişmet binêre.

Xizmantiya lîdyayî û medyayiyan
Piştî Împaratorê Medan Keyxwusrew û keyayê Lîdya Alyatesê 2’yem di encama girtina rojê re, şer radiwestînin û lihev tên. Peymanekê li ser roj û agirê pîroz girêdidin. Herdu welat dibin du mutefîkên bi hev re ên ji dil û can. Keyayê lîdyayî, keça xwe ya bi navê Zeîne/Zîn Alyanîs dide lawê Keyxusrew, mîrze Astîyages/Aştiyages û herdu zir-welat, bi vê zewacê, mervantiya xwe pelçîm dikin.
Piştî vê peymanê salek şûnde, Împaratorê Medan, Keyxusrew dimre. Piştî çend salên din, keyê Lîdya Alyattesê 2’yem ê Lîdya jî dimre. Êdî Aştiyages keyayê Medan, Qarûn/Krezus ê kurê Alyattesê 2’yem jî keyayê Lidyayê ye. Ev herdu keya jî peymana bavên xwe dajon. Jixwe Aştiyages, hevjînê xwuşka Qarûn/Krezus e.
Nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç, di kitêba xwe ya bi navê “Serwerê Med Aştiyago” de dibêje, destana Memê Alan û Zîna Zêdan, zewaca Aştiyago û Zeîne/Zîn Alyanîs bi xwe ye. Nivîskar, vê angaştê bi çavkaniyên dîrokî palpişt dike û bi hûrgilî li ser navê serlehengên destana neteweyî ya kurdan radiweste. Wek nimûne:
“Zeîne> Zînê> Zîna Lîdî> Zîna Lîdan= Zîna Zîdan.
Aştiyago> Îştîmego> Îştûmemgo> Îştûmem> Mem> Memê Medan= Memê Alan
Herpago> Herpako> Herbeko> Beko> Herbekoyê Ewan= Bekoyê Ewan”
Harpoga kî ye?
Min di xeleka yekemin a bi sernavê “bajarê medan yê wenda; piterya/kerkenes”ê de jî anîbû ziman ku ez ê li ser Harpago rawestim. Heta min bal kişandibû li ser Harpago û Îsmetê kerr(Îsmet Înunu) ku herdu jî ji herêma Meletê ne. Ev herdu kes, di demajoya dîrokê de, di wextên ji hev cuda dibin sebebên ruxandina pergala miletê Med/kurd.
Harpago, xayinê kurdan yê herî xedar e. Nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç di kitêba xwe ya bi navê “Serwerê Med Aştiyago” de dibêje: di nava demajoya dîrokê de, Feylozofê kurd bapîrê me Ehmedê Xanî jî vê destana Mem û Zîn, li gorî mantiqa dema xwe, ji nûve şîrove dike û Harpagoyê xayîn, wekî Beko ango Bekoyê Ewan pênase dike (ez bi xwe jî tev li vê nerîna nivîskarê hêja F.M.A dibim)
Berî Zayinê di navbera salên 585-550 de, Împaratoriya Medan, wexta xwe ya zêrînî dijî. Xelkên medî, bi pêşengiya Keyxusrewê gewre, Asûrên xwînrij têkbirine. Sînorê Zir-Împaratoriya Medan ji Hindîstanê bigre heta çemê Helîs(kizilirmakê) fireh û dirêje. Welat serdanpê di nava xweşguzariyê de ye. Xelkên medî, çi jin çi jî mêr li dû xemilandin û estetîkê ne. A di rewşeke wiha de, wezîrê Keya Aştiyages, Harpagoyê xayînê herî xayîn derdikeve li ser dika dîrokê û rista xwe ya bêyom dilîze.

Li gor Heredot Harpago
Heredot dibêje: “rojekê Keya Aştiyages xewnekê bi qîza xwe ya bi navê Medanê dibîne ku ew ê xezeba wê bibe sebebê hilweşandina welêt. Mobîd û alimên wê çaxê xewna Keya şîrove dikin. Biryarê didin ku vê keça bêyom, bidin kesekî welê ku welat ji xetereya xezeba wê silamet bibe. Medanê, didin kesekî Persî. Hingê hoza Persan, navmalîtî, ango xizmetkariya Medan/kurdan dikir.
Di ser xêlîkirin/siwarkirina Medanê re pir wext derbas nabe, Keya Aştiyages xewneke din ji bo keça xwe dibîne ku ew ê xwedê kurekî bide keça wî Medanê û dê ew kur bibe sebebê hilweşandina Împaratoriya Medan.
Li ser vê xewnê, Keya Aştiyages difermîne wezîr Harpago ku gava zarokê Medanê çêbû, tavilê wî bikuje û welêt ji vê bêyomiyê rizgar bike. Lê Harpago vê fermana Keya nayne cih. Ew wî zarokê Medanê dide gavanekî. Paşê Keya Aştiyages pêdihese. Pir hêrs dibe û ew kurê Harpago serjêdike û goştê wî zarokî bi bavê wî Harpago dide xwarin.
Li ser vê yekê, Harpago hêrsa xwe ya tolhildanê di dilê xwe de vedişêre û mezin dike. Rojek tê, Harpago artêşa Medan ya di bin fermandariya xwe de belav dike û qesra Keya Aştiyages bê parastin dihêle. Li ser vê yekê, Kîrosê kurê Medan li gel yekîneyeke leşkerên Persî dikevin qesrê û bi desteka bêbextiya navxweyî ya Harpago, textê Aştiyages ê Keyayê Medan werdigerîne…”
Divê neyê jibîrkirin ku gelek dîroknas van gotinên Heredot pûç dikin û dibêjin Heredot bi devê Persan ev dîrok wiha bi yekalî nivîsandiye. Lewra ne gengaz e meriv hem wezîrê xwe wiha bi awayekî hovane ceza bike û hem jî heman wezîrî li ser erka wî bihêle. Ev hinekî îdayeke zorgakirî ye.
Lê tiştekî tekez heye ku Harpago, bêbextiyeke mezin bi Keya Aştiyages re kiriye û bûye sersebebê hilweşandina zir-împaratoriya Medan ya bi hişmet.
Piştî bêbextiya Harpago, textê Keya Aştiyages tê wergerandin, keyayê Lîdyayê Qarûn/Krezus dixwaze tola zavayê xwe hilîne. Lîdya, şer li hemberî Kîrosê kurê Kambîsê Pers radigihîne. Artêşa Persên li ser dewlemendiya Medan rûniştî, bi pêşengiya Harpagoyê bêbext û artêşa Lîdyayê li derdora Qapadokya lihevdixînin. Li qada şer tiştekî ku nedihat hêvîkirin diqewime: di nava artêşa Harpago de deveyên cengê hebû ne. Hespên Lîdyayî yên cengê, ji deveyên artêşa Harpago ditirsin û ji ber wan direvin. Ev reva hespan, heta paytext Sardesê jî didome. Bi vî awayî, Lîdya jî hildiweşe û Sardes tevî hemû gencîneyên xwe dikeve destê Persan.
Persên heta hingê xizmetkarên navmaliyê Medan/kurdan bûn, bi nîvhenekekê dibe desthilatdarê du welatên mezin û li ser dewlemendiya gencîneyên wan rûdine.
Li gorî Heredot dibêje, gava Harpago yê bêbext derdikeve pêşberî Keya Aştiyages û wî dîl digre. Keya Aştiyages ji Harpago re dibêje, “Madem te textê min wergerand, ma te ji bo çi yekî Persî(Kîros ê kurê Kambîs û Medanê) derxist li ser textê keyatiyê û ew kir keyayê Medan? Qene tu bi xwe têketa dewsa min, yan jî qet neba, te kesekî Medî/kurd bikira keyayê Medan!”
Ev serê du hezar û 500 salî ye, kurdên neviyên Medan serî ji esaretê re daneniye û her di nava berxwedaneke bêeman de ye. Da ku cardin xwe ji xweliya xwe vejînin û dîsa vegerin li ser hukmê xwe yê bi hişmet.
Gava ez li nava kavilên Sardesê digerim, ev gotina Keya Aştiyages li dîwarên qesra Qarûn olan didin û di kerika guhê min de dike zinge zing: Hey rezîl Harpago! Tedît te çi kir?!