3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Baroya Şirnexê: Bêyî biryara dadgehê Xwebûn asteng kirin

Malpera Rojnameya Xwebun.org, bi biryara Saziya Ragihandin û Teknolojiya Zanînê ya hejmar 490.05.01.2022-93453 a dîroka 28’ê çileya 2022’an hat astengkirin. Malpera rojnameyê piştî hat astengkirin, bi lînka xwebun1.com dest bi weşana xwe kir. Piştgiriyên ji bo Rojnameya Xwebûnê û bertekên li dijî astengkirinê wê berdewam dikin. Piştî ku duh Baroya Amedê bertek nîşanî astengkirina Xwebûnê da îro jî Baroya Şirnexê jî li ser hesabê xwe twîtterê bertek nîşanî astengkirina li ser Xwebûnê da.

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Şirnexê, di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku Rojnameya Xwebûnê ji aliyê Saziya Teknolojî û Ragihandinê ve hatiye astengkirin û bertek nîşan da û wiha got: “Rojnameya Xwebûnê ji 22. 12.2019’ê ve heftane bi kurmancî û kirmanckî tê weşandin. Li Tirkiyê tekane rojnameya kurdî ye.  Lê mixabin di 28.01.2022’yê de bêyî sedem û bêyî biryara dadgehekê malpera tekane rojnameya kurdî Xwebûnê hate astengkirin. Ev yek li dijî azadiya ragihandin û çapemeniyê ye. Em wek Baroya Şirnexê vê astengiya bêsedem a li dijî dezgeheke ragihandinê ya bi kurdî qebûl nakin. Em bang li rayedaran dikin ku demildest astengiyê rakin û dev ji polîtîkayên qedexeyê yên li ser kurdî berdin.”